​​​​​​​Koalîsyona Ereb desteka biryara hikumeta Yemenê ya ji bo agirbestê kir

Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Siûdî Arabistan îro got ew piştgiriya biryara hikumeta Yemenê bi erêkirina banga NY`î ji bo ragihandina agirbestê li Yemenê dike.

Berdevkê fermî yê Koalîsyona Erebî Kolonel Tirkî El-Malkî ragihand ku fermandariya giştî ya koalîsyonê piştgiriya biryara hikumeta Yemenê ya erêkirina banga sekreterê giştî yê NY`î ji bo ragihandina agirbestê li Yemenê li dijî encamên belavbûna vîrûsa Korona dike.

Kolonel El-Malkî diyar kir ku fermandariya hêzên hevpar ên koalîsyonê desteka kedên nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê NY`î yê Yemenê ji bo pêkanîna agirbestê û girtina gavên cidî ji bo avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de ji aliyê mirovî û aborî ve dike.

El-Malkî teqez kir ku armanc ji agirbestê, sivikkirina azarên gelê Yemenê û bi awayekî cidî li dijî xeteriyên vîrûsa Korona kar bikin.

Sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres bang li tevahiya aliyên ku tev li nakokiyên çekdar li cîhanê bûne kir ku şer rawestînin û li hember Dijminê şirîk vîrûsa Korona bisekinin.

(şx)


Mijarên Din