Koalîsyona Erebî li Deryaya Sor 2 keştiyên bombebarkirî rûxandin

Koalîsyona Erebî ya Yemenê îro pêşiya 2 keştiyên bombebarkirî û yên keşfê ku Hûsiyan ji parêzgeha Hudeydayê bi rê kiribûn, girtin û ji dûr ve teqandin.

 Berdevkê fermî yê hêzên Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malîkî wiha da zanîn: "Hêzên koalîsyonê yên deryayî îro sêşemê hewldana mîlîsên Hûsî yên terorîst ku Îran piştgiriya wan dike, şopand. Hûsiyan bi rêya 2 keştiyên bombebarkirî û yên ji dûr ve tên kontrolkirin ku ji parêzgeha Hudeydayê bi rê kiribûn, hewl da ku êrişeke dijber û terorî li başûrê Deryaya Sor pêk bînin.

El-Malîkî wiha dewam kir: "Her du keştiyên ku gefê li ewlehiya herêmî û navdewletî û rêyên çûn û hatina deryayî û bazirganiya cîhanî li Tengava Bab Mendêb û başûrê Deryaya Sor dixwin, hatin rûxandin. Mîlîsên Hûsî yên terorîst ji parêzgeha Hudeydayê moşekên balîstîk diavêjin û balafirên bêpîlot û keştiyên bombebarkirî û yên ji dûr ve kontrol dibin, bi rê dikin. Her wiha mayinên deryayî belav dikin û qanûnên navdewletî yên mirovî binpê dikin."

El-Malîkî piştrast kir ku fermandariya hêzên hevbeş ên koalîsyonê, pêkanîna tedbîrên tund li dijî van mîlîsên terorîst, dewam dike û alavên ku gefan li ewlehiya herêmî û navdewletî dixwin, dirûxîne.

(cx)

ANHA


Mijarên Din