Koalîsyona Erebî li nuqteyên leşkerî yên li Senayê da

Koalîsyona Erebî ragihand ku li paytexta Yemenê Senayê hin nuqteyên leşkerî kirine armanc.

Li gorî El-Erebiye Net, Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî li Yemenê tekez kir ku operasyona hedefgirtinê li gorî qanûnên navdewletî yên mirovî û rêgezên wê ne û destnîşan kir ku bergiriyên parastina sivîlan bingeh digirin.

Li aliyekî dîtir jî koalîsyonê bang li sivîlan kir ku nêzî nuqteyên hedefgirtî yên li Senayê nebin.

Roja înê berdevkê Koalîsyona Erebî li Yemenê serbaz Tirkî El-Malikî raber kir ku hêzên parastina asmanî yên Erebistana Siûdî 5 firokeyên bêpîlot ku hêzên Hûsiyan ber bi balafirgeha Abha ya navdewletî û parêzgeha Xemîs Mişêt ve firandine, xistin xwarê.

(fr/kc)


Mijarên Din