Koalîsyona Erebî li parêzgeha El-Dalî dest bi operasyonê kir

Koalîsyona Erebî li Yemenê destpêkirina operasyonê li ser nuqteyên hêzên Hûsiyan li parêzgeha El-Dalî ragihand û bombebarana li ser cihên Hûsiyan ên li Meriab û Tezê berdewam dike.

Koalîsyona Erebî daxuyaniyek da û tê de wiha got: "Operasyon li gorî qanûnên navneteweyî û mirovî ye, me hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina sivîlan girtine."

Her wiha bang li sivîlên li parêzgehê kir ku nêzî cihên hedefgirtî nebin.

Koalîsyonê tekez kir ku operasyona li El-Dalî da ku sînorek ji Hûsiyan re bê danîn ku çalakiyên xerabkirinê pêk neynin, bi rê ve diçin û wiha dewam kir: "Keda me li dijî Hûsiyan dewam dike da ku parastina ewlehî û îstiqrara herêmî û navneteweyî bikin."

Artêşa Yemenê ragihand ku di encama bombebarana Koalîsyona Erebî li ser parêzgeha Meriab a li bakurê rojhilatê Yemenê, gelek endamên Hûsiyan hatin kuştin û birîndar bûn.

Ajansa Spûtnîk jî ragihand ku malpera artêşa Yemenê ragihandiye ku balafirên koalîsyonê kombûna Hûsiyan li rojavayê midûriyeta Serwah topbaran kir.

Li parêzgeha Tez a başûrê rojavayê Yemenê, navenda ragihandina Ensarellah El-Hûsî li ser Twitterê daxuyand ku şervanên wan êrîşa artêşa Yemenê li eniya Hîfan a başûrê Tez têk biriye.

(jo)


Mijarên Din