​​​​​​​Koalîsyona Erebî li Yemenê agirbest ragihand

Koalîsyona Erebî ya ku Erebistana Siûdî li Yemenê serkêşiya wê dike, ragihand ku îro agirbest dest pê dike û dê 2 hefteyan dewam bike.

Berdevkê koalîsyonê Eqîd Tirkî El-Malîkî diyar kir ku koalîsyonê îro li Yemenê agirbest ragihand û dê 2 hefteyan berdewam bike. Agirbest li gorî saeta herêmê saet di 12:00’an de dest pê dike. Her wiha da ku rewşên guncaw ji bo vexwendina nûnerê taybetê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Yemenê re baş derbas bibe, muhteml e dema agirbestê dirêjtir jî bibe.

Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY`yê Martin Griffiths ji bo lidarxistina civîna di navbera hikumetê û Hûsiyan û tîma leşkerî ya koalîsyonê de dê biçe Yemenê, di civînê de jî dê behsa pêşniyarên der barê mekanîzmaya pêkanîna agirbesta domdar a li Yemenê, pîvanên avakirina baweriya mirovane û aborî, her wiha di navbera aliyên Yemenê de dest bi proseyên siyasî bikin

Her wiha bal kişand ser gavên hêzên hevbeş ên ku li ser esasê ragihandina berê û piştgiriya biryarên hikumeta Yemenê ya têkildarî pejirandina vexwendina sekreterê giştî yê NY`yê da ku agirbest mîsoger bibe û li dijî belavbûna vîrusa koronayê  (Covid-19) bisekine, li gel vê yekê nûnerê sekreterê giştî yê NY`yê yê taybet bi Yemenê Martin Griffiths ji bo agirbestê û sivikirina şer hate vexwendin.

Her wiha NY`yê daxuyaniya QSD`ê ya 24’ê Adarê ku amaje bi agirbestê dikir, erê kiribû û piştgiriya xwe anîbû ziman.

eh


Mijarên Din