Koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê daxuyaniya salvegera rizgarkirina Baxozê da

Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê fedekariyên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê silav kir û diyar kir ku dê destekê bi gelê Iraq û Sûriyê dewam bike heta DAIŞ tune bibe.

Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê der barê salvegera yekemîn a tunekirina DAIŞ‘ê li bajarokê Baxozê yê bejahiya rojhilatê Dêrazorê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Mîna îro sala 2019‘an piştî serkeftina dîrokî ya şerê li Baxozê xîlafeta rêxistina DAIŞ‘ê hate têkbirin. Em kesên di artêşa Iraq, Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê de canê xwe dane an jî birîndar bûn bi bîr tînin."

Koalîsyonê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku "Bi saya fedekariya wan a bêhempa, hêz û serkeftina hêzên Iraqê, QSD û şervanên koalîsyonê em gihiştin xalekê ku êdî şîrîkên me bi tenê dikarin bermahiyên DAIŞ‘ê tune bikin û nehêlin dîsa vegere."

Fermandarê Artêşa Amerîkayê Kenneth Mackenzie bi vê wesîleyê nameyek bi dîmen li ser tiwîtterê belav kir.

Kenneth Mackenzie got, serkeftinên mezin Ii dijî DAIŞ‘ê hatin bidest xistin, lê edeolojiya wê ya xeternar û gelek alîgirên DAIŞ‘ê li Sûriyê, Iraq û derve hîna heye.

Mackenzie diyar kir ku Koalîsyona Navnetewî dê destekê bi gelên Iraq û Sûriyê dewam bike heta DAIŞ ji kokê ji holê rabe û aştî û pêşketin pêk were.

ANHA

 


Mijarên Din