Koalîsyona Naneteweyî hêzên perwerdekirina artêşa Iraqê vedikişîne

Ji ber vîrusa Koronayê, Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê ragihand ku dê hêzên perwerdekirina artêşa Iraqê erekedar kiriye vekişîne.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê duh ragihandibû ku "Wekî tedbîrek pêwîst" dê beşek ji hêzên xwe yên di nava şandeya perwerdekirina artêşa Iraqê de vekişîne.

Berpirsekî ji wezaretê ku navê xwe eşkere nekir got: "Ji ber mertirsiyên belavbûna nexweşiyê  artêşa Iraqê ji destpêka Adarê ve hemû çalakiyên perwerdeyê rawestand."

Li aliyekî din piştî vekişandina Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê, artêşa Iraqê duh bi awayekî fermî bargeha leşkerî ya El-Qaîm a li ser sînorê Sûriyê wergirt.

Merasîmê radestkirin û wergirtina bargehê beriya duh rojan pêk hatibû. Koalîsyona Navnetewî di daxuyaniyekê de gotibû dê endam û alavan di nava 2020‘an li bargehên din ên Iraqê bi cih bikin.

 


Mijarên Din