Koalîsyona Navneteweyî pesna rola QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de da

Cîgirê fermandarê Operasyonên Taybet li Sûriyê û Iraqê Kevin Capthy pesna rola şervanên QSD`ê di tunekirina çeteyên DAIŞ`ê de da û piştrast kir ku hîna erka wan bi dawî nebûye û ew ê erkên xwe yên tunekirina rêxistina DAIŞ`ê û tora wê ya diravî dewam bikin.

Hemwextî destpêkirina erka wî di Operasyonên Taybet li Iraqê û Sûriyê de, Kevin Capthy li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo di civîneke çapemeniyê de axivî.

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, cîgirê fermandarê Operasyonên Taybet li Sûriyê û Iraqê Kevin Capthy û berdevkê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî Wayne Marotto beşdarî civînê bûn.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/11/24/110608_094143_wayn-marwtw.jpg

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî Wayne Marotto di civîna çapemeniyê de pesna rola şervanên QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de da û got: “Me erkên xwe yên tunekirina çeteyên DAIŞ`ê bi kedên Hêzên Sûriya Demokratîk, hêzên Iraqê û hêzên pêşmergeyan pêk anîn. Erka me ya sereke têkbirina DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê ye.”

Piştre cîgirê fermandarê Operasyonên Taybet li Sûriyê û Iraqê Kevin Capthy li ser erkên hêzên Koalîsyonê wiha axivî: “Me erkên xwe li Sûriyê û Iraqê pêk anîn û me 120 hezar endamên hêzên Iraqê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) perwerde kirin. Em niha di qonaxeke nû de ne. Ji Koalîsyonê tê xwestin ku piştgiriyê bide van hêzan. Erka me hîna bi dawî nebûye. Em ê heta tunekirina DAIŞ`ê û tora wê ya diravî erkên xwe dewam bikin. Bi koordîneya di navbera hêzên Koalîsyonê, hêzên QSD, hêzên pêşmergeyan û hêzên Iraqê de, me li Iraq û Sûriyê 8 milyon kes rizgar kirin.”

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel jî got: "Xebatên hevbeş ên hêzên Koalîsyonê û QSD`ê û kedên hevbeş ên tunekirina DAIŞ`ê dê dewam bikin, da ku tunekirina rêxistina terorîst ne tenê di aliyê leşkerî de lê belê di aliyê fikrî û di hemû aliyan de bê mîsogerkirin. Her wiha hemû çavkaniyên fînansekirina wê bên tunekirin.”

Gabrîel wiha dewam kir: “Hin xebatên hevbeş hene, dê li kampan û navendên girtina çeteyên DAIŞ`ê pêk bên. Her wiha dê piştgiriya xebatên ji bo binesaziyê bê kirin da ku şênî vegerin malên xwe, têkbirina DAIŞ`ê di aliyê fikrî de bê mîsogerkirin û hemû rêyên ku tê re piştgirî ji bo êrişên DAIŞ`ê dihat şandin, bên qutkirin.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din