Kobanê: Daxuyaniyên Esed dikevin xizmeta dijminên Sûriyê

Şêniyên bajarê Kobanê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên serokê dewleta Sûriyê yên derbarê înkarkirina Kurdên li Sûriyê dan û gotin: “Ev daxuyanî dikevin xizmeta dijminên Sûriyê û xizmeta ewlehiya li herêmê nake.”

Hêrsa civakê li hemberî daxuyaniyên serokê dewleta Sûriyê Beşar Esed ku doza Kurd înkar dike, didome.

Şêniyên bajarê Kobanê li ser vê mijarê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Şêniyan diyar kirin ku daxuyaniyên Esed ji rastiyên heyî zêdetir siyasî ne.

Şêniyê bi navê Mezlûm Mihemed Balas ê ji bajarê Kobanê acizbûna xwe ji ber van daxuyaniyan anî ziman û got: "Daxuyanî ne rast in. Em xwediyê vê axê ne. Em bi pêkhateyên din ên herêmê re bi xêr û aştiyê dijîn. Dibe ku daxuyaniyên Esed xwe dispêre parçebûna beriya sed salî ji peymana Lozanê ku li ser herêma Kurd hate kirin ku xaka Kurdan (Kurdistan) kir 4  parçe."

Şêniyê bi navê Mustefa Ebdî jî destnîşan kir ku daxuyaniyên Esed xizmeta ajandeyên derve dike û wiha axivî: "Daxuyaniyên Esed bi yên berê re bi nakok in. Esed di vê xîtab xwe de banga afirandina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de dike û ev daxuyanî  dikeve xizmeta ajnadeyên derve."

Ebdî bang li Esed kir ku li dîroka Sûriyê û arşîvên serok û damezrînerên komara Sûriyê vegere.

Di navbera salên 1932-1954‘an de 4 kesayetên Kurd Sûriye bi rêve birin, Mihemed Elî Sokê, Edîb Şîşeklî, Husnî Zeyîm, Mihemed Elî Bêg El-Abid. Van kesan ji hemû rêveberiyan  bêtir Sûriye parastin.

Şêniyê bi navê Osman Mihemed bi zimanekî tund daxuyaniyên Esed rexne kir û ev tiştî anî ziman: "Ev daxuyanî xeter in û bandorê li tevahî civakê dikin. Divê Esed li xwe vegere ji ber ev daxuyanî dikeve xizmeta dijminê Sûriyê. Nabe ku kesekî welat birêve bibe fitneye bixwe navbera pêkhateyên Sûriyê de.”

Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esed di 4’ê Adarê de ji kanalek Rûsî re axivîbû û gotibû: “Tiştek bi navê doza Kurd li Sûriyê tune ye. Hinek Kurd ji ber zexta Tirkiyê hatin bakurê Sûriyê û nasnameya Sûrî standine. Doza Kurdî sernavekî xeyalî û derew e."

ANHA


Mijarên Din