Kobanê jî li gorî biryara qedexeya derketina derve tev digere

Îro roja yekemîn a qedexeya derketina derve ye û li kantona Kobanê jî ji saet 6:00’an ve dest pê kiriye. Meclisa kantonê bang li xwedanên dikanan kir ku rewşa heyî keysbaz nekin û alîkariya şêniyan bikin.

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ragihand, li ser vî esasî kolanên bajarê Kobanê ji vê sibê de wekî bi dehan bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vala ne.

Nexweşxane, şaredarî, firoşgehên kel û pelan û firin nayên girtin.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto bang li welatiyan kir ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tev bigirin, li malên xwe bimînin, bi çavekî biçûk li vîrusa Koronayê nemeyzînin, xetereya vîrusê baş bizanin, ji ber ku dewletên di warê tenduristiyê pêşketî ne azara xetereya vîrusê dikişînin, mînaka wê jî Îtalya û Çîn in.

Tevî ku Komîteya Zimhêrê çavdêriya dikanên bazirganiyê dike, lê dîsa jî Mistefa Êto bang li xwedanên dikanan kir ku di dema qedexeyê de alîkariya welatiyan bikin, şêniyan keysbaz nekin.

Endamên komînan ên li taxên bajar û bajarokan dê nan li welatiyan belav bikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha tu haletên vîrusê tune ne, lê duh Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku li Sûriyê jineke ji derveyî welat hatiye, bi vê nexweşiyê ye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din