Kobanê.. plana sererastkirin û amadekariyên dibistanan

Rêveberiya dibistanan a kantona Kobanê dest bi çalakiyên sererastkirin û amadekirina dibistanên li bajêr û gundan kiriye. Her wiha planek ji bo xwendina sala 2019-2020’an danî.

Desteya Perwerdeyê ya kantona Kobanê plana sererastkirina dîwarên gelek dibistanên kantonê kiriye. Her wiha amadekariya refan û kursiyên ferdî ji her xwendekarekî  kiriye.

Komîteya sererastkirin û amadekariyê di sererastkirina dehan dibistanên ku beriya çend salan ji ber şerên li gund û bajêr qewimîn zirar dîtin, de dixebite.

Komîteyê ji dibistanên şehîd Azad û şehîd Hogir dest bi paqijkirina dibistan û refan, derî, pencere, siwarkirina sobeyan kir. Her wiha hin dîwarên dibistanan ku hatibûn rûxandin, lê dike.

Komîteyê havîna sala çûyî 200 dibistan sererast û amade kir, niha jî xwe amade dike da ku 450 dibistanên din amade bike.

Mûdîrê komîteya sererastkirinê Ehmed Başarî destnîşan kir ku heta niha zêdetirî 5 hezar daniştokên ferdî amade kirine, da ku li herêmên Kobanê û Sirînê belav bikin û di mehên bê de li dibistanan belav bikin.

Ehmed da zanîn ku desteya perwerdeyê di plana sala nû ya xwendinê de dixebite. Ew yek jî hejmara xwendekaran di her refekê de ji 15 heta 25 xwendekarî bihewînin. Ev yek jî derî li pêşiya lêkirina dibistanên nû ku dê Deste di rojên pêş de diyar bike. Taybet hejmara dibistanên heyî têrî plana wan danî nake.

Şerê ku beriya çend salan li bajêr û gundan rû da, dehan dibistan hatin rûxandin, ji ber vê yekê di her refekê de 60 xwendekar dihewand.

Desteya Perwerdê amadekariyê dike da ku li dibistanên Şehîd Sydo û Şehîd Hogir dewreyên amadekariyê ji sedan mamosteyan re vebike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din