Kobanê û êrîşa 15`ê Îlonê… destpêka bidawîbûna DAIŞ`ê

Beriya 5 salan daholên cengê li ber sûrên bajarê Kobanê lê ketin û bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê ji bo dagirkirina bajar tevî gundên Kobanê êrîş kirin. Lê bi saya berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê, dengeya şer bi yekcarî guherî û cara yekê DAIŞ têk çû.

Çeteyên DAIŞ`ê ku herêma Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kiribû û Tirkiyê jî di aliyê çaran de dorpêç kiribû, di 15`ê Îlona 2014`an de êrîşeke mezin anî ser gundên Kobanê.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê Mûsil, her wiha lîwaya rejîma Sûriyê 93 ya li Eyn Îsayê û gelek çek û cebilxane û bi dehan tank û panzêr li wan herêman desteser kirin, hêza xwe li ser sînorê kantona Kobanê bi cih kir û li ser sê eniyan û bi dirêjahiya bi sedan kîlometre daholên cengê lê ketin.

Çeteyên DAIŞ`ê ji du eniyan ve anku ji eniya rojhilat û rojavayê bajarê Kobanê ve dest bi êrîşê kir, ji ber hêza zêde ya çeteyan bi hevrûkirina bi YPG`ê re, dikaribûn çend gundan dagir bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên ku parastina Kobanê dikirin, tu tank an jî panzêrên xwe tune bûn, lê çeteyên DAIŞ`ê di her eniyekê de zêdetirî 2 tank bi kar dianîn, di heman demê de çeteyan topavêja 130 ku dikaribû navenda bajarê Kobanê ji dûrahiya 30 km topbaran bike, bi kar dianî.

Li hemberî hêza mezin a çeteyên DAIŞ`ê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke bêhempa raber kirin û di vê oxirê de bi dehan şehîd dan û hinek ji wan jî çalakiyên fedayî wekî Rêvana, Arîn Mîrkan, Baran, Serhed, Êrîş û Zozan kirin.

Lê berxwedana bi çekên hindik û sivik têrê nedikir ku êrîşên DAIŞ`ê li ser Kobanê bide sekinandin.

Berxwedana ku li gundên Kobanê hate meşandin, ji berxwedana ku piştre li kolanên bajar hate raberkirin, cudabûneke xwe hebû, ji ber ku paşdevekişandina YPG û YPJ`ê ku cara yekemîn e li hemberî DAIŞ`ê tê kirin, hêrs û hêza şervanan xurttir dikir û êdî ne mimkun bû ku gaveke din bi paş de vekişin û digotin “Mirin, lê ne paşde vekişandin”.

Bi zêdebûna êrîşan, sivîl neçar man ku berê xwe bidin navenda bajarê Kobanê ya ku her roj dorpêçkirin li ser zêde dibû û da ku komkujî bi serê wan de wekî ku çawa li Şengalê di encamê de 5 hezar êzidî bûn qurbanî, pêk hat, pêk neyê.

Di nava 10 rojan de, zêdetirî 300 hezar sivîlan berê xwe da sînorê bakurê kantonê ya ser sînorê Bakurê Kurdistanê. Piraniya sivîlên ku sînor derbas dikirin, berê xwe dida Sirûcê ya Bakurê Kurdistanê.

Piştî berxwedana 20 rojan a li gundên Kobanê, çeteyên DAIŞ`ê di roja yekşemê de 5`ê Cotmeha 2014`an, girê Miştenûrê yê başûrê rojhilatê bajarê Kobanê ku li ser bajar serwer e, dagir kir. Piştre çeteyan bajar bi awayekî dijwar topbaran kir.

Şerê  kolanan ku li bajarê Kobanê dest pê kir, li ser sê pêvajoyan bû, pêvajoya yekemîn, xeta parastinê ji bo rêgirtina li hemberî pêşketina çeteyên DAIŞ`ê, ev pêvajo jî di 8`ê Cotmehê de pêk hat, anku piştî sê rojan ji derbasî şer li nava kolanên bajar.

Di wê rojê de, hin şervanên YPG`ê çalakiyên fedayî li Qada Azadî kirin û hemû cihên ku çeteyên DAIŞ`ê jê gule diavêtin, kirin armanc û bi vê yekê şervanan dikaribûn rê li pêşiya pêşdehatina çeteyên DAIŞ`ê bigirin.

Di wê demê de, herî kesî propaganda dikir û digot Kobanê “ha ket ha dê bikeve”.

Di şerê li Qada Azadî de, sînorek ji pêşketina çeteyên DAIŞ`ê re hate danîn û şervanên YPG`ê xetên xwe yên parastinê xurt kirin û şervan li ser rêbaza şerê kolanan hatin perwerdekirin. Bi vî awayî êrîş li ser xetên parastinê yên şervanan dewam kirin û çeteyan nikaribûn bi pêş de vekişin. Şervanên YPG û YPJ`ê êdî roj bi roj mal û kolan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dikirin û ev rewş heta 71 rojan dewam kir.

Piştre, pêvajoya duyemîn dest pê kir. Şervanên YPG`ê êdî şerê gerîlatî da destpêkirin û kemîn, çandina mayinan, sekvanî û êrîşên cur bi cur li hemberî çeteyan dane destpêkirin. Her wiha di wê demê de, fermandarên YPG`ê gotin derbeyên ku şervanên wan li dervayî bajar gihandin çeteyên DAIŞ`ê, êdî  wan xetên xwe yên parastinê bêhtir xurt dikirin û êrîşên çeteyan jî têk birin.

Pêvajoya sêyemîn jî, di 18`ê Midara 2014`an de anku roja 94`an ji berxwedanê dest pê kir. Di wê rojê de, Hemleya Rizgarkirina bajarê Kobanê bi navê “Tolhildana ji bo Şehîdên Kobanê” dest pê kir. Hemleya ku 40 rojî dest pê kir, bajarê Kobanê bi temamî rizgar bû û êdî dengeyên şer li Kobanê hatin guhartin û rewş bi temamî berovajî bû.

Piştgiriya herêmî û cîhanî bi Kobanê re

Berxwedana bêhempa ya ku şeravnên YPG û YPJ`ê ji bo parastina Kobanê raber kir, bala hemû cîhanê kişand ser bajarê Kobanê. Bajarê Kobanê di demeke kurt de, bû sernavên sereke yên piraniya dezgehên çapemeniyê yên cîhanê û mijara lîderên gelek dewletan.

Dema ku DAIŞ gihîşt bajarê Kobanê, gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê rabû ser pêyan ji bo piştgiriya berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê li Kobanê.

Her wiha bi sedan ji gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê berê xwe da ser sînorê Sirûcê yê ser sînorê bajarê Kobanê û hinek ji wan jî sînor derbas kirin û tev li berxwedanê bûn û bajar parastin.

Serhildana gel a li Bakurê Kurdistanê ku rojên 6-7-8 Cotmehê hate lidarxistin û di encamê de 40 sivîl şehîd bûn, dewleta Tirk êrîşî wan dikir da ku dengên ji bo piştgiriya Kobanê biçewisîne.

Piştî meh û nîvekê ji destpêka berxwedanê û nexasim roja 1`ê Mijdarê, Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê li ser daxwaza rewşenbîr û hejmareke mezin ên mafêparêzan hate îlankirin.

Bi hezaran ji zêdetirî 90 bajarên li 30 dewletên cîhanê, daketin qadan û di bin dirûşma “Seferberiya cîhanî ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ`ê” piştgirî dan berxwedana Kobanê.

Rizgarkirina Kobanê

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlonê de û piştî 20 rojan ji derbasbûna şer nava bajar, çeteyên DAIŞ`ê piştî 94 rojan ji şer dikaribû ji sedî 70 ji bajarê Kobanê dagir bike.

Vê berxwedanê zemîna destwerdana Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bi rêveberiya  DYA`yê ji bo destekdayîna YPG û YPJ`ê ya ku bajarê Kobanê diparast, danî.

Şervanên YPG û YPJ`ê ku destanên lehengiyê nivîsandin, piştî berxwedana 134 rojan bajarê Kobanê rizgar kir û roja 26`ê Çileya 2015`an rizgarkirina tevahiya Kobanê ji çeteyên DAIŞ hate ragihandin û li şûna ala reş, ala kesk, sor û zer hate hildan.

Berxwedana Kobanê bêhtirî bibe berxwedana gelê Kurd, bû berxwedaneke navneteweyî ya ku hemû pêkhate beşdarî bûn. Kurd, Ereb, Faris, Amerîkî, Brîtanî, Alman û Tirk bi hev re di heman xendeqê de li Kobanê şer kirin.

Di Kobanê de, gelek şervanên enternasyonal şehîd bûn ku piraniya xwe Tirk bûn. Bi vê yekê jî îsbat bû ku berxwedana Kobanê berxwedeneke navneteweyî ye û serkeftina wê serkeftina hemû neteweyan e.

Dawiya DAIŞ`ê ji wir dest pê kir

Bêguman berxwedana ku şervanên YPG`ê li Kobanê gihandin, çeteyên DAIŞ`ê û encamê de DAIŞ`ê têkçûneke mezin xwar, bû destpêka têkçûna DAIŞ`ê.

Beriya têkbirina DAIŞ`ê li Kobanê, artêşên li herêmê nikaribûn li pêşiya pêşdehatina DAIŞ`ê bisekinin, bajarê Mûsilê ku piştî Bexdayê mezintirin bajarên Iraqê ye, di çend saetan de kete destê DAIŞ`ê, her wiha bajarê Reqa yê Sûriyê jî.

Li bajarê Kobanê li gorî agahiyan, 6 hezar çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, her wiha hejmareke mezin jî birîndar bûn û di encamê de hêza DAIŞ`ê têk çû û piştî hemleyên leşkerî yên ku YPG`ê û piştre QSD`ê ji bo rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê ji DAIŞ`ê, êdî DAIŞ`ê nikaribû hêza xwe komî ser hev bikira.

Li ser vî esasî Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA`yê, hevpeymanek bi YPG û YPJ`ê re çêkir, piştre ew hevpeyman bi QSD`ê ya ku ji ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk dihat, çêkir.

Bêguman, têkçûna DAIŞ`ê li Kobanê bandor li têkçûna DAIŞ`ê li Iraqê jî kir. Beriya êrîşa DAIŞ`ê li ser Kobanê, çeteyên DAIŞ`ê her li Iraqê bi pêş diketin, lê piştî têkçûna DAIŞ`ê li Kobanê êdî rewş guherî. Êdî roj bi roj çeteyên DAIŞ`ê herêmên ku dagir kiribûn, winda dikirin û di aliyê leşkerî de çeteyên DAIŞ`ê li gundê Baxozê yê bejahiya Dêrazorê di meha Adarê de piştî şerê 4 salan a li dijî vê rêxistina terorê, têk çû.

ANHA


Mijarên Din