KOBANÊ … Serpêhatiya têkçûna DAIŞ’ê û Tirkiye terora nû ya cîhanê ye

Şerê li Kobanê pêngaveke dîrokî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê ye. Ev çete piştgiriyê ji Tirkiyê digirin. Li gel serkeftinên QSD‘ê yên mezin û piştevaniya cîhanê, dewleta Tirk bê çare ma. Ji ber vê yekê şerê tolhilndanê ragihand û dest bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Li gel wê gefan li Kobanê dixwe û bi hezaran çete li Sûriyê, Lîbya, dewletên Afrîka û Ewropayê belav kir.

Îro 26‘ê Çileyê ye, salvegera 5‘an a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê ye. Berxwedana Kobanê anku berxwedana  134 rojan dewam kir û bi şikandina DAIŞ‘ê encam da.

Çeteyên DAIŞ‘ê cara yekem li Kobanê têk çûn. Ev ê bandoreke mezin li DAIŞ‘ê kir. Di heman demê de guhertineke radîkal li ser qada Sûriyê çêkir. Di vê dosyayê de em ê vegerin buyerên şerê li Kobanê û beriya wê û pêvajoyên li pey wê bikin.

DAIŞ LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ DIKELE

Di destpêka sala 2014‘an de Sûriye di rewşeke bi mij de derbas dibû û welat ber bi talukeyê ve diçû. Di wê demê de ti tevgerên navdewletî cidî li hemberî şerê bi xwîn tunebû, di encamê de komên DAIŞ‘ê ku kiryarên şewitandin û kuştina welatiyên Sûriyê dikirin derketin holê.

Demek dirêj derbas nebû, çeteyan ferehiyeke mezin ji xaka Sûriyê û Iraqê dagir kir. Bi vê yekê mezintirîn bajarên Mezopotamyayê "Musil" di nava çend saetan de ket destê DAIŞ‘ê. Di heman demê de "Reqa" ya Sûriyê dagir kirin. Baregehên artêşa Sûriyê û Iraqê desteser kirin û bi sedan leşker bi guleyan înfaz kirin. Li vir krîza Sûriyê xeteke nû girt.

DAIŞ’Ê ÊRIŞÎ KOBANÊ YA KU JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE HATIBÛ DORPÊÇKIRIN

Piştî lihevkirineke bi îstîxbarata Tirkiyê re li gorî belgeyên ku emîrên wê yên berê eşkere kirine, DAIŞ’ê 3 caran hewl da derbasî herêmên nêzî bajarê Kobanê bibin. Lê hewldanên wê têk çûn. Piştre bi hezaran çeteyên xwe yên di aliyê leşkerî de pispor û berê li Afxanistan, Iraq û dewletên din şer kirine tevî bi dehan dehan tankên ku ji rejîma Sûriyê û artêşa Iraqê standine ber bi bajarê Kobanê ya dorpêçkirî ve kişandin. Ev bûyer beriya 2 salan ve pêk hatibû.

Armanca Tirkiyê heman armanca DAIŞ‘ê ye ku bajarê Kobanê têk bibe. Ji ber ku şoreşa 19‘ê Tîrmehê ya Bakurê Sûriyê jê destpê kir.

Şoreşa Bakurê Sûriyê di 19‘ê Tîrmehê ji bajarê Kobanê destpê kir. Dema ku ji aliyê şêniyan endamên rejîma Sûriyê jê hatin derxistin. Şoreşa ji Kobanê destpê kir çirûska wê belavî herêmên din ên bakurê Sûriyê bûn. Bi vê yekê moraleke siyasî û leşkerî da Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê.

Armanca Tirkiyê heman armanca DAIŞ‘ê ye ew e ku bajarê şoreş jê destpê kir an ku bajarê Kobanê têk bibe. Ji ber vê yekê DAIŞ‘ê sûdek mezin ji deriyê sînor ê bi Tirkiyê re girt.

DAIŞ DI NAVA ÇEND ROJAN DE 300 GUND DAGIR KI, LI KOLANÊN BAJÊR CENG GÛR BÛ

Di destpêka Cotmeha 2014‘an de DAIŞ‘ê di nava çend rojan de 300 gund dagir kir û nêzî bajar bû. Di encamê vê yekê pelek mezin a koçberiyê destpê kir. Zêdeyî 300 hezar sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn koçberî bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê bûn û mertaleke mirovî çêkirin da ku nehêlin çete ji sînorî Tirkiyê derbasî taxên bajêr bibin. Di heman demê de bi sedan ciwan û kesên bi temen li Kobanê man berxwedaneke çarenûsî li hemberî komên hovane yên bi çekên giran û navîn yên nûjen raber kirin.

Şervanên ku di du taxên dawî de mabûn tevî çekên sivik biryara parastinê dan û di nava 21 rojî de berfirhebûna çeteyên DAIŞ‘ê ya ber taxên bajar ve sekinandin. Heta balafirên Koalîsyona Navnetewî deverên çeteyan di nava bajêr de kirin hedef, bi vê re şervanên YPG û YPJ‘ê ber bi bajêr ve pêşketin û gelek kolan rizgar kirin.

CÎHANÊ JI BO PIŞTGIRIYA KOBANÊ SERÎ HILDA

1‘ê Mijdara 2014‘an wekî roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê hate ragihandin. Balafirgeh, deverên giştî yên bajarê Ewropa, avahiyên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan bi çalakgeran hatin dagirkirin ku piştgiriya xwe ya bi berxwedana Kobanê û şervanên parastinê re ragihandin. Çalakgeran her wiha dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a rasterast destek da DAIŞ‘ê qîr kirin. Her wiha wêneyên şervanên YPG û YPJ‘ê, şervanên enternasyonalîst ên li Kobanê şerê DAIŞ‘ê dikirin li kolanên giştî yên bajarên cîhanê, Çapon, Argentîn, welatên Ewropa û Afxanistanê hatin daliqandin. Çavê tevahî cîhanê çû ser şerê çarenûsî, ku girêdayî çarenûsa her welatiyekî cîhanî ku bi ewle û aram dijî.

TÊKÇÛNA YEKEM A DAIŞ LI KOBANÊ BÛ

Çeteyên DAIŞ‘ê li kolanên Kobanê li pêşberî şerekî dijwar rû bi rû man. Li gorî emînrekî DAIŞ‘ê ku ji sala 2017‘an ve li gel QSD‘ê giritî ye, hejmara kesên tev li DAIŞ‘ê bibûn gihaşt 300 hezar çete bû. Ji gelek dewletên cîhanê, bi taybet Mexrib a Erebî bûn.

Piştî ku DAIŞ‘ê di herdu taxên dawî yên bajarê Kobanê zêdeyî 30 hezar çeteyên xwe winda kir, bi paşket, bi taybet li hemberî berxwedana leheng a şervnan a di şerê "Murşid Pînar" ê li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê.

DAIŞ paşde çû ta hevbendiya ji YPJ, YPG‘ê şervanên ji artêşa Sûriyê ya Azad û şervanên enternasyonalîst tevahî taxên bajêr rizgakirin. Di 26‘ê Çileya 2015‘an piştî berxwedaneke bêhempa ku 134 rojan dewam serkeftina mezin hate ragihandin. Şervanên YPG û YPJ‘ê ala xwe li ser girê "Kaniya Kurdan" a rojhilatê bajêr hilda. Pê re li sedan bajarên cîhanê şahiyên serkeftina mezin hatin lidarxistin.

Rizgarkirina Kobanê ya di 26‘ê Çileya 2015‘an de hate ragihandin, xaleke veguherînê di xeta şerê li Sûriyê û Iraqê li dijî terorê de, çêkir. Nexasim ku herdu welatan (Sûriye û Iraqê) firehiyeke mezin ji xaka we ji ber DAIŞ‘ê winda kiribû.

Di encamê şerê ku bi mehan berdewam kir de, ji sedî 70 binsaziya bajarê Kobanê hate rûxandin. Ferehiya bajarê Kobanê 7 km2, jê 30 ji sedî li bakur û navenda bajêr bi temamî rûxiya û ji sedî 40 ji ferehiya bajêr bi awayekî beşî rûxiya.

DAIŞ PAŞKET, BIHANE Û GOTEGOT

Di şerê li bajarê Kobanê de zêdeyî 6 hezar çete hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn. Yên din jî neçar man  birevin herêmên nêzik ên ku dagir kiribûn. Piştî çend rojan rêjeya firehiya ku berê dagirkirbû ji dest wê çû. Bi vê yekê  di nava çend hefteyan de zêdeyî 350 gundên ku dagirkirbûn winda kir.

Ajansa Amaq a çeteyên DAIŞ‘ê piştî ku  DAIŞ li Kobanê têk çû dîmenên wêranbûna li weşand û got, ew neçar man ji bajar vekişin piştî ku ji xwediyên wê re kirin kavil û erd wê rast kirin.  Alîgirên DAIŞ‘ê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Kobanê û kuştina bi hezaran çeteyan li bajêr dan.

PÊŞWAZIYA NAVDEWLETÎ YA JI YPG Û YPJ‘Ê RE

Şervanên YPG û YPJ‘ê yên ku êrişa DAIŞ‘ê li ser Bakurê Sûriyê şikandin ji aliyê navdewletî ve hatin pêşwazîkirin.Ji ber ku hebûna DAIŞ‘ê xeteriyek li ser tevahî dewletên cîhanê ye bi taybet li ser welatên rojavayî ku gelek êrişî û teqîn li gelek welatan Ewropayê pêk anîn.

Di 10‘ê Sibata 2015‘an serokê Fransa yê wê demê François Holand li qesra Elyse ya Parîsê pêşwaziya fermandara YPJ‘ê Nesrîn Abdullah û hevseroka berê ya PYD‘ê Asya Abdullah kirin. Di hevdîtinê de rêbazên tinekirina DAIŞ‘ê gotûbêj kirin.

Fransa yek ji dewletên çalak e ku di Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê li Sûriyê û Iraqê de cih digire.

Ji aliyekî din ve nûnerên Rêveberiya Xweser li gelek rûniştinên parlamantoya Ewropayê hatin pêşwazîkirin da ku geşedanên dawî li ser qada Sûriyê binirxînin û têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên Yekitiya Ewropayê de xurt bikin, her wiha wêranbûn û koçberiya ku DAIŞ û Tirkiyê li Sûriyê pêk anîne nîqaş kirin.

HEVGIRTINA PÊKHATEYAN Û ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ‘Ê BI AVAKIRINA QSD‘Ê ENCAM DA

Piştî ragihandina rizgarkirina Kobanê, hêzên YPG û YPJ‘ê berê xwe dan bajarê Girê Spî û di 15‘ê Hezîrana 2015‘an de ji çeteyan rizgar bikin û dorpêça li ser Kobanê ya DAIŞ û beriya wê Cebhet El-Nusra 3 salan ferz kirine, vekirin. Di 27‘ê Tîrmehê de saet 13:00‘an YPG‘ê rizgarkirina bajarokê Sirînê yê başûrê Kobanê ragihand.

Di 10‘ê Cotmeha 2015‘an de li kantona Cizîrê damezirandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hat ragihandin. QSD ji zêdeyî 20 hêzên leşkerî yên Suryanî, Ermenî, Erebî, Asur û Kurd pêk tê. Ji wan Tugeya Şems El-Şemal, Tugeya Siwar Reqa (Şoreşgerên Reqayê), Meclisa Leşkerî ya Suryan, Cebhet El-Ekrad, Tugeya Şuheda Hesekê (Tugeya Şehîdên Hesekê), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Avabûna QSD‘ê wekî gava duyemîn a rizgarkirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat, piştî gava yekem a rizgarkirina Kobanê di bin ala "Odeya Çalakiyan a Volkana Firatê" de

LI GORÎ XETA QSD‘Ê ARTÊŞA SÛRIYÊ Û IRAQÊ GELEK DEVER JI DAIŞ‘Ê VEGERANDIN

Di çarçoveya pêngavên QSD‘ê yên sala 2016‘an de DAIŞ‘ê li Bakurê Sûriyê windahiyên mezin dît, bajarê Minbicê winda kir ku wekî baregehek girîng ji xwe re dît. Her wiha rêya alîkariyên ku ji Tirkiyê digahiştin wê winda kir. Piştî van windahiyan artêşa Sûriyê û Iraqê hêzên xwe li nêzî herêmên ku DAIŞ‘ê kontrol kiribûn zêde kirin.

Rejîma Sûriyê dest bi operasyonên leşkerî berfireh kir û navend û baregehên sereke yên DAIŞ yên li gundewarê rojhilatê parêzgeha Heleb kirin hedef. Di nava hefteyekê de bi sedan gund vegerandin. Li Iraqê jî Hêzên Heşid Şabî operayona rizgarkirina Mûsilê ku mezin bajêr di destê DAIŞ‘ê de bû ragihand. Bi vê yekê DAIŞ‘ê ya ku cîhan tirsand hêdî hêdî têk çû.

TIRKIYE BÊ ÇARE MA, BAXOZ BIDAWÎBÛNA XEWNA DAIŞ‘Ê YE

Di 5‘ê Mijdara 2016‘an Hêzên Sûriye Demokratîk pêngava rizgarkirian Reqa û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ‘ê bi navê "Pêngava Xezeba Firatê" ragihand û pêvajoya yekem a pêngavê ji du baskan ve destpê kir. Baskê yekem eniya Eyn Îsa û ya duyemîn jî eniya Silûkê ye. QSD‘ê li herdu eniyan a bi armanca rizgarkirina gundewarê bakur pêşket.

Hêzên Sûriyê Demokratîk bajarê Tebqa, bendeva wê ku mezintirîn bendav li Sûriyê, balafirgeha leşkerî ya Tebqayê, bajarokên girêdayî Kerama, Menûsra, Sefsafa, bi dehan gund û bajarokên li bakur, başûr û rojava rizgar kirin û bajarê Reqayê  rizgar kirin.

DAIŞ‘ê li hemberî bombebarana balafirên koalîsyonê û pêşdeçûnên QSD‘ê nedikarî li ber xwe bide. DAIŞ li "Paytexta xîlafetê" Reqayê têk çû. Di dawiya Cotmeha 2017‘an de rizgarkirina tevahî bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê hate ragihandin.

Roj bi roj bajar, bajarok û gundên Sûriyê hatin rizgarkirin. DAIŞ‘ê piştî têkçûna xwe ya li Minbic, Reqa û Tebqa bi binket û li firehiyekê ne zêdeyî 1000 m2 li Baxozê ya Dêrazorê asê ma. Li vir 3 hezar çeteyên DAIŞ‘ê tevî malbatên xwe ku bê çare man, xwe radestî QSD‘ê kirin.

DAIŞ ya ku koma terorîst a herî xeternak di cîhanê de tê hesibandin li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Sûriyê nefesên dawî kişandin.

Dewleta Tirk a dagirker bi amrnaca ku moral bide DAIŞ‘ê di şerê wê yê çarenûsî de li baregeha dawî ku di destê wê de mabû  bê navber êrişî herêmên ser sînorê Sûriyê kir. Ajans û malperan belgeyên veşartî yên têkiliyên xurt ên di navbera îstîxbarata Tirkiyê û çeteyên DAIŞ‘ê de belav kirin ku behsa plana serwerkirina herêmên Sûriyê û Iraqê dike. Ji bilî şanoya komîk a di navbera DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker de li Cerablus û Babê ku tê de DAIŞ bakurê Helebê bê şer û windahî radestî Tirkiyê kir hemû planên wan negihiştin serî.

TIRKIYE TERORA CÎHANÊ YA NÛ YE

Derbarê alîgirên DAIŞ‘ê de di navbera dewlet û hêzan de tewan hatin avêtin. Lê ev mijar ji bo dewletên rojavayê û yên Rojhilata Navîn ne cûda bû ku tewanên şermok avêtin Tirkiyê û Qeterê ji ber ku alîgirên sereke yên DAIŞ‘ê ne.

Lîderê DAIŞ‘ê Ebû Bekir El-Bexdadî li Idlibê nêzî deverekê ku tenê 5 km nêzî sînorê Tirkiyê di operasyoneke hêzên Amerîkayê de hate kuştin. Idlib wekî spargeha ewle û pira veguhestina çeteyan ji bo Sûriyê ye. Dewleta Tirk a ku li gelek cihan têkiyên wê bi DAIŞ‘ê re diyar bûn,  ji bo pêkanîna projeyên xwe yên dagirkirî bangewaziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ‘ê yên li Sûriyê red dike.

Bê guman cîhan dê di sala 2020‘an de li pêşberî xeteriya herî mezin be, ji ber ku dewleta Tirk bingeha bi hezaran çeteyên li Sûriyê, Iraq û Bakurê Afrîkyayê ye. Di êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan çeteyên herî xeternak di cîhanê ji girîgehên QSD‘ê reviyan. Li aliyêkî din jî bi sedan malbatên DAIŞ‘ê yên di kampa Eyn Îsayê de di encamên êrişên Tirkiyê de reviyan.

Ev mijar ji bo gelê Sûriyê tiştekî ne veşartî ye, dîmen û wêneyên ku endamên DAIŞ‘ê li kêleka dagirkeriya Tirk li Sûriyê di nava bêdengiyeke navdewletî de şer dikirin, eşkere bûn. Heman rêbazên ku çeteyên DAIŞ‘ê ji bo kuştina sivîlan û komkujiyên meydanî pêk dianîn, dagirkeriya Tirk dimeşîne, qetilkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û hejmarek welatiyên din li ser rêya M4 nîşana vê yekê .

Erdogan careke din bi şandina penaberan gefan li welatên rojavayê dixwe. Li aliyekî din jî gefan li bajarê Kobanê dixwe. Her kes dizane ku zêdeyî 93 dewletên cîhanê piştgirî dan berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ‘ê ya destka xwe ji Tirkiyê digire. Ji ber vê yekê Tirkiyê niştecihên vê herêmên yên ku xaka xwe diparêzin bi "terorîstan" bi nav dike.

ANHA


Mijarên Din