Kobanê...Qubleya şoreşgeran

Bajarê ku berxwedana wê dinav bi sedan bajarên cîhanê de dengveda; Kobanê. Odeyek li Kobanê heye ku wêneyên rûyê şoreşgeran lê kombûne. Ev rû, rûyên bi sedan kesên ku di xendek û qadên şer de li dijî terorê têkoşiyan, in. Wan rûyan, kêliyên berxwedanê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de xêz kirine.

Ew Kurd, Ereb û Tirk bûn, ku dest ji nakokiyên partiyetî, berjewendiyên neteweperestî û mezhebî berdane û mirovahiya xwe di şerên li dijî komên terorîst de isbat kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê ji gelek salan ve hewl da wêneyên şervanan tevî rojnamegerên ku di şerên li dijî terorîstan de, li erdnîgariya Sûriyê û li ser sînor bi artêşa Tirk re şehîd bûne kom bike.

Meclisê zêdetirî hezar û 400 wêneyên şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn kom kirin û di holekê de li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan li navenda bajêr daliqandin. Di binê her wêneyekê de dîrok û cihê şehadeta şehîd hatiye nivîsîn. Li gorî texmînan piraniya şervanan di şerên rizgarkirina Kobanê û bajarê Minbicê de şehîd bûne.

Li rex ewqas wêneyên şehîdan, beşek din di nav holê de heye. Di vî beşî de wêneyên 294 şervanên HPG`ê yên ku di şerên li dijî artêşa Tirk de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne, hatine daliqandin.

Ji bajarên Ewropayê, herêmên cuda yên Rojhilata Navîn gelek kes serdana hola meclisê dikin da ku kesên tevlî şerên li dijî terorê bûne nas bikin. Kesên ku serdan dikin bi hestyarî rûyên wan meyze dikin. Ew dizanin ku ew minetdarên wan şehîdên ji bo tunekirina terorê canê xwe feda kirine ne.

Hol ji bo şêniyên herêmê xwedî nîşanek sembolîk e. Piraniya kesên wan wêneyan meyze dikin, malbatên şehîdan in, ên ku zarok anjî bira yanjî xwişka xwe ji bo parastina xaka xwe winda kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê piraniya şehîdên kantonê tevî şehîdên entersyonalîst ji Holanda, Berîtanya û Partiya Çepgir a Tirkiyê hemêz dike.

Bajarê Kobanê mîna gelek herêmên Kurdan ên li Sûriyê û Tirkiyê hatibû paşguhkirin. Lê ciwanên wê bi rêya YPG`ê ya ku tundrewên islamî cara yekemîn di 2015`an de piştî şerek dîrokî bi alîkariya balafirên Koalîsyona Navdewletî neçar kirine paşde vekişin. Piştî ev berxwedana dîrokî, Kobanê bala tevahiya cîhanê kişande ser xwe.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din