Koçber: Artêşa Tirk raste rast sivîlan dike hedef

Koçberên gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên ji ber êrişên arteşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warê xwe derketine gotin: “Sedema koçberbûna me dagirkeriye. Ji bo wî jî gundên ku sivîl tê de ne dike hedef.”

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her roj herêmên Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran dikin.

Bi taybet gundên Fatse û Hiriyê yên Eyn Îsayê her roj têne topbarankirin. Ji ber wê şêniyên wan gundan ber bi kamp û gundên din ve koçber dibin.

Nûçegihanên ajansa me rewşa koçberên ku niha li Kampa koçberê Girê Spî dimînin, şopandin û nêrînên wan girtin.

Jina bi navê Sara Hesen ji şêniyên gundên Fatse yê girêdayî navçeya Eyn Îsa ye dibêje: “Artêşa Tirk a dagirker bi topên xwe yekser gundê me dike hedef. Di gund de sivîl hene. Mala cîranê me  hate hedefgirtin, ji ber wê wêran bû û hinek ji wan birîndar bûn."

Sara di dawiyê de  got: "Em neçar man ji gundê xwe der bikevin û ber bi kampa koçberên Girê Spî ve koçber bibin. Em hêvî dikin vegerin malên xwe."

DAGIRKERÎ SEDEMA KOÇBERBÛNA ME YE

Jina bi navê Zelxe Mistefa ya ji gundê Şergirakê yê got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sedema koçberbûna me ne. Li wir tu ewlehî tune ye heya ku em di nav malên xwe de bimînin. Ji ber binpêkirinên dagirkerî û tunebûna xebatên xizmetguzariyê me terka gundên xwe kir û berê xwe da herêmên ewle."

(şx)

ANHA


Mijarên Din