Koçber: Em ê kengî vegerin malên xwe?

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên sînor bi hezaran malbat koçî bajarê Hesekê hatin kirin. Koçber pirasa "Em ê kengî vegerin malên xwe" dikin.

Di encamê êrîş û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran malbat ji Serêkaniyê û Dirbêsiyê koçî bajarê Hesekê bûn. Koçber di rewşeke mirovî zehmet de li dibistanên ku Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina wan veqetandine de dijîn.

Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên hindik û bi hevkariya hin komeleyên xêrxwaziyê yên xwecihî, ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan, tev digere.Tê zanîn tevahiya rêxistinên mirovahiyê û alîkariyan xabatên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê , sekinandine.

Şêniyê bi navê El-Xemîsî Mihemed Şêx Sînan ê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi malbata xwe re ji navçeya Serêkaniyê koçberî Hesekê bûye û di dibistanekê dijî dibêje: ‘‘Rewşa li Serêkaniyê pir dijwar bû, balafiran bombe li bajêr dibarand, koçberî bandoreke xirab li piskolojiya zarokên me kiriye. Em timî  dipirsin gelo dê paşê çi bi serê me biqewime, em ê kengî vegerin  malên xwe?.”

Fatme Xelîl a ji ber komkujiyên Erdogan û çeteyên wî hatiye Hesekê jî wiha tîne ziman: “Em niha di dibistanan de di aramî û ewlehiyê de dijîn, lê em nikarin baxivin, hesretek mezin di dilê me de ma ye. Her ku rewşa Serêkaniyê tê bîra min, digrîm. Em ê li bajarê Hesekê bimînin û heya ji me bê em xaka Sûriyê terk nakin. Hêvîdar in di demên nêzîk de vegerin bajarê xwe.”

Rêvebera Komîteya Karûbarên Civakî ya Kantona Hesekê Macîde Emîn diyar kir ku ji ber hejmara mezin a koçberan wan 45 dibistan vekirine ku koçberan lê bi cih bikin.

Macîda destnîşan kir ku rêxistinên mirovahiyê û alîkariyan xabatên xwe sekinandine û vê yekê jî bandoreke nerênî li xizmetkirina koçberan kiriye û wiha domand: “Rêveberiya Xweser bi hevkariya hin komeleyên xwecihî pêdiviyên koçberan peyda dike.”

(rr)

ANHA


Mijarên Din