Koçberê ji Girê Spî: Berxwedan berdewam e, hêviya me ya vegerê qut nebûye

Koçberê ji bajarê Girê Spî Fadil Osman diyar kir ku berxwedana wan berdewam dike, îradeya wan xurt e û hêviya wan heye ku dê li xaka xwe vegerin.

9`ê Cotmeha 2019`an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Girê Spî û şêniyên wê kir. Heta niha jî dagirkerî li Girê Spî sûcên şer dike. Çawa ku dema dewleta Tirk êrişî Girê Spî kir û civaka navneteweyî bê deng bû, niha jî li hember sûcan bê deng e. Ruxmî deh meh di ser dagirkirina kantonê re derbas bûne jî, hêviya şêniyan a ji bo vegera warê xwe qut nebûye.

Şêniyê bi navê Fadil Osman jî wekî bi hezaran şêniyan neçar ma ji mala xwe derkeve. 8 zarokên Osman hene û ji gundê Sosik ê rojavayê Girê Spî ye.

Fadil Osman got: “Deh meh di ser dagirkirina gund û bajarên me re derbas bûn. Lê hêviya me ya ji bo vegerê qut nebûye. Eger berxwedan berdewam e û vîneke mezin heye, hêviya me jî qut nabe. Min dest ji mala xwe berda, ji ber ku heke ez li wir bimama min ê rewabûn bida dagirkirina xakê û kesê bêhna azadiyê kiribe ew ê qet vê zilmê raneke. Ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên wê cudabûnê naxin navbera mirovan û keviran, li dijî kesên di bin desthilata wan de dimînin hovanetirîn kiryaran pêk tînin, mînaka wê jî revandina jinan e. Lewra min malbata xwe derxist û ew ji bindestiya dewleta Tirk xelas kirin."

Artêşa Tirk êrişî kantona Girê Spî kir û li gorî hejmara meclisa kantonê diyar kiriye, derdora 100 hezar kes koçber bûne.

Fadil Osman destnîşan kir ku piştî gundê wî hate topbarankirin, artêşa Tirk erebeya wî topbaran kir, lê malbata xwe derxist. Osman got artêşa Tirk sivîl topbaran dikirin, ev jî hovîtiya dewleta Tirk nîşan dide.

Fadil Osman di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî ku em derketin me alîkariya rêxistinan red kir. Lê dîsa jî rêxistinan li ser me bazar dikirin. Tekane daxwaza me vegera li xaka me ye. Em ne ji bo xwarin û çaya hêzên Rûsyayê û hin rêxistinên din derketin.”

Piştî dewleta Tirk li dijî Girê Spî û gundewarên wê şer ragihand, piraniya rêxistinên qaşo li herêmê karê mirovî dikirin, navendên xwe girtin.

Fadil Osman da zanîn ku agahiyên ji bajêr dibihîzin ne baş in, ji ber ku rojane ji hevalên xwe yên li wir mane dibihîzin ku revandin, qetilkirin, destdirêjî û ferzkirina fîdyeyê pêk tê.

Di dawiyê de Osman bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, dewleta Tirk ji xaka wan derxin û got: “Em spasiya xwişk û birayên xwe yên Kurd ên li bajarê Kobanê dikin. Wan deriyê xwe ji koçberên Girê Spî re vekir.”

Fadil Osman tevî 5 malbatên din li gundikê Menhûba yê gundê Qeçer Tehtanî yê li başûrê Kobanê dijî.

(eh)

ANHA


Mijarên Din