Koçber ji Idlibê: Idilb bûye şanogeha çeteyên Tirkiyê

Koçberê ji Idlibê Ehmed Suleyman got: "Bajarê Idlibê bûye şanogeha  çeteyên Tirkiyê. Herêmê li ser hesabê me difroş in.”

Şerê li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê didome. Hêzên rejîma Sûriyê êrişên xwe yên li dijî herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de berdewam dike da ku herêmên winda kirine vegerîne. Di encama şer de aloziyeke siyasî, leşkerî û civakî li herêmê rû da ku bûye mijara herêmêmî û navdewletî.

Ji ber êrişan bi hezaran malbatan xwestin derbasî Tirkiyê  bibin, lê Tirkiyê derî li pêşiya wan girt.

Piştî banga fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî ku ragihand deriyên herêmên Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya koçberên ji Idlibê re vekiriye, gelek malbat di deriyê Ewn Dadatê yê bakurê bajarê Minbicê re derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûn.

Yek ji wan malbatan malbata Ehmed Suleyman (59) e. Ehmed Suleyman bavê 6 zarokan e, ji ber dijwariya şer ji gundê Ramî yê Cebel Zawiya yê başûrê Idlibê koçber bû. Gundê Ehmed jî hat topbarankirin, di encamê de kurekî wî yê 15 salî jiyana xwe ji dest da.

Ehmed ji me re rewşa Idlibê bi van gotinan parve dike: "Li bajarê Idlibê mal û gund bi erdê ve bûn yek. Em neçar man ku koçber bibin. Me milk û malê xwe hişt. Bajarê Idlibê bûye şanogehek ji çeteyên ku Tirkiyê desteka wan dikin ku herêmê li ser hesabê rih û xwîna me difroşe rejîma Sûriyê."

Ehmed dibêje: "Di rêde jî sermayek dijwar hebû. Gunehê me çi ye? Gunehê me ku em xwediyê vî erdî ne û mafdar in? Tu kes dengê me nabihîze. Mijar qezeçkirina berjewediyên li ser hesabê gelê sivîl e. Çete û dewleta Tirk a dagirker destwerdanê di karûbarên Idlibê de dikin û gel agahî jê nîne. Gel azara şer dikişîne û ji erdê kalikên xwe tê derxistin. Dagirkeriya Tirk gel ji erdê wî derdixe û gel nikare vegere warê xwe.”

Ehmed anî ziman ku ji ber topbarana rejîma Sûriyê avahî li ser xwediyên xwe de hilweşiyan, gelek  kes di bin kavilan de mane.  Ehmed got: "Qîrîna jin û zarokan a ji ber dijwariya topbaranê ji ber guhê min naçe. Lê mixabin ka em çi bikin, em gelê sivîl in, em têne kirîn û firotin, herêmên me têne parçekirin."

Ehmed Suleyman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi komên şoreşgerî re yên di bin banê QSD‘ê ketin têkiliyan,  heta gihiştin herêmên Rêveberiya Xweser û rêveberiyê bi xweşî pêşwaziya wan kir.

ANHA


Mijarên Din