Koçberan ji bo zarokên xwe yên astengdar banga alîkariyê dikin

Koçberên di navendên "Îwa" yên bajarê Hesekê de ji bo zarokên xwe yên astengdar banga alîkariyê li rêxistinên mirovî yên navdewletî kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser herêmên sînor de zêdeyî 300 hezar kes koçber kirin.

Rêveberiya Xweser 64 navend û kampa Waşûkanî li bajarokê Tiwêna yê rojavayê bajarê Hesekê ji koçberan re vekir.

Di nav  koçberan de zarokên astengdar hene, li gel rewşa koçberiyê û xemsaziya rêxistinên mirovî yên navdewletî rewşa wan roj bi roj aloztir dibe.

Li bajarê Hesekê di navendekê de ku koçberên lê hatine bicihkirin, koçbera bi navê Asya Mihemed El-Elî ya ji gundê Feyseliyê yê Serêkaniyê ye dibêje: "Ji ber kiryarên çeteyên dagirkeriya Tirk em ji gundê xwe koçber bûn. Ji ber sivîlan dikujin û malên wan talan dikin."

Yadê Asya  diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” li xwe dikin malên zarokên wê talan kirin û got: “Ti kes nikare derbasî gund bibe ji ber çete nahêlin û gefan li wan dixwin.”

Azarên yadê Asya El-Elî bi hebûna neviyê yê astengdar ê 3 sal (Xidir Hisên El-Hemed) zêde bûye, ji ber dê û bavê wî ji hev cûda bûne ew neviyê xwe xwedî dike.

Xidir neviyê Asyê ji ber ku tamarê wî sistin nikare bimeşe û pêwîstiyê bi tedawî û kursiyeke gerok heye. Yadê Asya dibêje: "Ez wî li pişta xwe dikin, pêwîstiya wî bi kursiyeke gerok û derman û tedawiya fîzîkî heye."

Betûl Ehmed El-Hemûd ji gundê Menacîr ê bajarê Serêkaniyê keçeke wê astengdar heye, navê wê Melak Zehîd 4 salî ye û pêwîstiya wê bi derman bû tedawiyê heye.

Betûl dibêje: "Nexweşiya keça min ji dayikbûnê ve ye, ji ber ku di wîladetê de dereng ma. Di encam de oksejîn kêm bû, ev kêmbûn bi xwe re nezîf di mejî de çêkir. Niha nikare baş bimeşeke, dirêjahiya lingên wê ne wekî hev in, dîsa jî nikare biaixvîne, lê bi dermankirinê wê karibe bimeşe.”

Betûl destnîşan kir ku wan keça xwe li bajarê Serêkaniyê derman dikirin, lê piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser bajar û koçberiyê tedawî sekinandin. Betûll got: “Derfetên tedawiyê û kirîna dermanan bi wan re tunene. Ez hêvî dikim ku çete ji gundên me derkevin ta ku bi ewle vegerin gundê xwe. Em banga alîkariyê li rêxistinên mirovî kir.”

ANHA


Mijarên Din