Koçberek ji Babê bang kir: Gundê me ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin

Jina bi navê Nedwa Hac Hisên (40) ku tevî malbata xwe ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji gundewarên Babê koç kiriye bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku herêmên wan ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin.

SELWA EBDULREHMAN-ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Çeteyên “Mertala Firatê” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di Sibata 2017`an de herêma Babê dagirkir. Bab bi şanoyekî ku çeteyên DAIŞ’ê cilên xwe guhertin û yên artêşa Tirk û çeteyên wê li xwe kirin, hat dagirkirin.

Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê herêmên weke Bab, Ezaz û Cerablûs dagir kirin û binpêkirinên derveyî mirovahî li ser şêniyên wan herêman dane meşandin. Li van herêman bi rojane wêrankirin, talankilrin, kuştin û koçberkirin li dijî şêniyan tê kirin.

Rewşa koçberiyê ji sala 2016`an ve piştî ku Tirkiyê dest bi dagirkirina herêmê kir zêde bûye. Bi hezaran sivîl ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê ve reviyan, bi taybet bajarê Minbicê ji ber ku nêzî herêmên ku şênî jê koçber bûne û bi ewle ye.

Malbata Nedwa Hec Hisên jî ji hezaran malbatên ku ji ber dagirkeriya Tirkiyê koçber bûne ye. Nedwa ji şêniyên gundê El-Nibatê yê girêdayî navçeya Erîma ya herêma Babê ye. Tevî malbata xwe li gundê Cib El-Sewir ê rojavayê bajarê Minbicê bi cih bûye.

Balafirên artêşa Tirk sivîl kirin hedef

Nedwa Hisên a 40 salî serpêhatiya koçberiyê û jiyana di bin dagirkeriya Tirkiyê de wiha vegot: "Ruxmî ku artêşa Tirk tevlî  şerên bi DAIŞ`ê re nebû, malên sivîlan dikir hedefa xwe. Dema çeteyên DAIŞ`ê bajarê Babê dagir kirin û heta piştî dagirkeriya dewleta Tirk jî hêjmarek zêde şênî koçber bûn. Tirkiyê di êrîşên xwe de li dijî bajêr balafir bikar anî, mal topbaran kir û komkujî li ser şêniyan pêk anî."

Nedwa bi bîr xist ku dema sivîl ji bajêr derdiketin balafirên artêşa Tirk sivîl kirin hedef, zarok, jin û kesên temenmezin kuştin û hejmarek sivîl di nav bajêr de asê man.

Di berdewama vegotina serpêhatiya xwe de, Nedwa destnîşan kir ku çeteyên Mertala Firatê milkên wan talan û wêran kirin û gundê wan bû ganimeta şer. Çeteyan sewal, erebe û directorên (tirektor) wan dizîn.

Malbata Nedwa ya ku ji 11 endaman di nav de 8 zarokan pêk tê ji topbaranê xwe xilas kir, lê rêwîtiya koçberiya ji gund ne hêsan bû. Nedwa dibêje ku ew bê xwarin û av ji gund derketin, beyî ku bizanibin bi ku ve diçin ketine rê û wiha berdewam kir: “Lê di dawiyê de em bi alîkariya xizmên xwe gihiştin gundê Cib El-Sewir. Em ketin malek ku ji 2 odeyan pêk tê. Şêniyên gel alîkarî dan me.”

‘Em naxwazin vegerin’

Nedwa Hisên diyar kir ku tu niyeta wan a ji bo vegerê tune ye û wiha pê de çû: “Çeteyan gundê me dagir kiriye, tevî kuştin, revandin û talankirinê hovantirîn komkujiyan li ser şêniyan pêk tînin. Ji ber wê em naxwazin vegerin gundê xwe yê dagirkirî. Ji xwe gundê me jî ji ber bombebarana balefirên Tirkiyê wêran bûye û kes lê nemaye.”

Nedwa gefên Erdogan ên ji bo herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk hertim radighîne wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û koçberan vegerîne wir, lê jiyan bi çeteyên Tirkiyê re ne pêkane, me dît ku çawa bi şêniyan re didin û distînin."

Nedwa Hac Hisên di dawiyê de bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin û herêmên wan ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din