Koçberek ji ber ku çeteyan mala wî talankirin bi krîza dil mir

Bapîrê Ednan Mihemed Rebîl ê ji Serêkaniyê dema vegeriya gund da ku berhemên zeviyên genim û cih bifroşe dît çeteyêan mal û malkên wê talan kirin, bi krîza dil ket û jiyana xwe ji dest da.

Şêniyê bi navê Ednan Mihemed Rebîh ji gundê Leylan ê Serêkaniyê ye ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên  li ser gundê wê koçber kir. Ednan niha di kampa Waşûkanî ya li bajarokê Tiwêna yê rojavayê Hesekê de dimîne.

Ednan ji ANHA‘yê re behsa kiryarên çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" dike û dibêje: "Ji ber kiryarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê em ji malên xwe koçber bûn. Ji ber ku em dixwazin ku wê me bikujin, malên me bi temamî wêran kirin û her tiştên tê de talan kirin."

Ednan tîne ziman ku beriya çend rojan bapîrê wê vegeriya gund da ku berhemê mûsimê ceh û genim bifroşe û wiha didomîne: "Piştî ku çeteyan rê nedan wî ku vegere gund  bi dizî  derbasî gund bû. Lê dema gihişt gund dît çete li pêşiya mala wî genim û ceh li erebeya xwe bar dikin. Rêjeya ceh û genim 400 kîs bûn."

Ednan Mihemed Rebîh wiha didomîne "Çeteyan ne tenê ceh û genim dizîn, alavên çandinî, hesn, cenator, sobe û mirîşk diznî. Bapîrê min ê di 80‘î saliya xwe de piştî ev hemû tişt dît bi krîza dil ket. Şêniyan ew rakirin nexweşxaneyê, lê li wir wefat kir."

 Ednan diyar kir ku rewşa wan di kampê de baş e, xwarin, vexwarin û cih heye "Duh kon dan malbata me ya ku ji 8 kesan pê tê û îro jî sobe dan."

Mihemed diyar kir ku rêxistinên navdewletî di kampê de tunene û spasiya Rêveberiya Xweser kir ku alîkariyê pêşkêşî koçberan dike. Mihemed got: "Ne ji alîkariyên Rêveberiya Xweser baya em ê ji birçî û sermê miribana."

ANHA


Mijarên Din