Koçberek ji bo pitika xwe banga alîkariyê dike

Azara koçberê bi navê Subhî Elî Şeleş zêde dibe. Ji ber ku pitika wî hewcedarê emeliyeta dil e û buhayê çêkirina emeliyetê pê re tuneye.

Şêniyê bi navê Subhî Elî Şeleş ji bajarê Serêkaniyê ye. Subhî di encama êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê wî neçar ma ku bi malbata xwe re koçber bibe.

Malbata Şeleşî niha li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê di dibistanê de dimîne.

Malbata Şeleş ji 6 kesan pêk tê, di koçberiyê de hevjîna wî du pitikên çêwî anî.

Subhî diyar dike ku ew ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê koçber bûye û bi bîr xist ku çeteyan mala wî talan kirin.

Pitikên Subhî du mehî ne, rewşa kur baş e. Lê keça wî bi hewcedarê emeliyeta dil e, ku zehmete li vir were çêkirin û pêwîste li Şamê were çêkirin.

Lêkçûna çêkirina emeliyetê milyon û nîv lîreyên sûrî ye. Lê ev buha li gel wê tuneye nemaze li gel şert û mercên koçberiyê û pêwîstiyên peydakirina pêdiviyên zarokan ji şîr û hwd.

Subhî Şeleş bi rêya ajansa me bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wî bikin da ku keça xwe Sara emeliyet bike ji ber ku heger di demeke nêzî de neyê çêkirin dê pitika wî bimire.

Şeleş diyar kir ku rexmî şertên zehmet ku têre derbas dibin lê li ber xwe didin heta vegerin warê xwê yê rizgarkirî.

(bb)

ANHA


Mijarên Din