Koçbereke ji Idlibê: Sivîl dibin qurbanî

Di demên dawî de li bajarê Idlib û gundewarên wê, şerên giran di navbera hêzên dewleta Sûriyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de rû didin. Koçberek ku ji Idlibê xwe spartiye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje "Li hev bikin an şer bikin, di encamê de sivîl dibin qurbanî."

Tevî lihevkirinên ku têne kirin, lê li herêma Idlibê hîna şerên giran di navbera hêzên dewleta Sûriyê ya ku desteka xwe ji Rûsyayê digire û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de berdewam e. Ji ber van şeran pêleke mezin a koçberan ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê ku herêmên ewle ne.

Di şerê dawî de zêdetirî hezar û 500 malbatan xwe gihand herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî banga fermandarê giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî ya pêşwazîkirina koçberên ji Idlibê.

Koçbera bi navê Fatima El-Ehmed (40) ji gundekî Cebel Zawiyê ye û dayika 5 zarokan e û ji ANHA’yê re wiha dibêje: "Top li her deverê li ser me dibariyan, ji ber dijwariya topbaranê ez û zarokên xwe ji mal û erdê xwe koçber bûn û me milkê xwe li pey xwe hişt. Rê gelekî zehmet bû, ji ber ku komên çete astengî derxistin, me hin pêwîstiyên sereke bi xwe re anîn, lê di rê de çeteyan desteser kirin."

Fatima diyar kir ku ew li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramiyê de ne, piştî ku şêniyan li gundên rojavayê Minbicê wekî alîkarî mal dane wan.

Fatima di nava gotinên xwe de bal kişand ser rewşa Idlibê di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de û wiha axivî: "Rewşa li herêmên Idlibê nayê wesifandin. Ji ber şerê di navbera rejîm û çeteyan de her dever xirab bûye. Xelkê li wir zilm, bê mafî û kuştin tehemul kirin. Di dawiyê de ji ber şer û wêranbûnê reviyan."

ANHA


Mijarên Din