Koçbereke Serêkaniyê: Peyama me diyar e

Koçbera bi navê Fatme Sîno ya ji Serêkaniyê got: “Peyama me diyar e, em dixwazin dagirker ji warê me derkevin û em vegerin warê xwe.”

Di 9`Cotmeha 2019`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Piştî êrişan bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û bi hezaran şêniyan wan herêman dan koçberkirin.

Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina şêniyan Kampa Weşûkanî li bajarokê Tiwêne li rojavayê Hesekê di Mijdara heman salê de vekir. Niha di kampê de zêdetirî 12 hezar koçber dimînin.

Di nav kampê de şêniyên Serêkaniyê berxwedana xwe berdewam dikin û destnîşan dikin ku dagirekriya Tirk nikare vîna wan bişkîne. Ew di berxwedanê de bi israr in. Ji wan koçberan şêniya bi navê Fatme Sîno (80) ji ANHA’yê re axivî.

Fatme Sînor dayîka 11 zarokan e ( 5 xurt û 6 keçan). Du ji wan şehîd in, Şoreş Dêrsim li çiyayê Kurdistanê şehîd ketiye, keça wê Bêrîtan Dêrsim li bajarokê Holê şehîd ketiye.

Fatme Sîno serpêhatiya xwe wiha vegot: “Ev cara sêyem e ku Tirkiye êrişî bajarê Serêkaniyê dike. Êrişa dawîn jî di 9`ê Cotmeha 2019`an de çêbû. Me dengê balafiran li ser serê xwe bihîst û em neçar man ji bajarê xwe derkevin."

Fatme wiha domand: "Dema em ji bajêr derketin em tiştek bi xwe re dernexist, tenê çanteya cilên zarokên xwe yên şehîd û wêneyên wan derxistin.  Destpêkê em çûn Til Temirê. Lê ji ber ku rewşa li wir ne baş bû, me berê xwe da bajarê Hesekê û heta 4 mehan em li gundê Tiwêne man. Lê ji ber rewşa dijwar û tunebûna kar em neçar man carek din koçber bibin. Niha em di nav kampê de dimînin."

Fatme wiha dirêjî da gotinên xwe: "Kesek berjewendiya Kurdan naxwaze. Kesek jî li hember Tirkiyê nasekine. Di koçberkirina Kurdan de hemû şirîk in. Tirkiye bawer dike ku bi dagirkirina herêmên me dê karibe dîroka Kurdan tune bike. Lê ev ne gengaze. Me li Serêkaniyê liber xwe da û em ê liber xwe bidin."

Di dawiyê de Fatme nameyek şand û got: "Ruxmî rewşên kampan ên dijwar û derfetên kêm, lê berxwedana em berdewam e. Heta derketina dagirkeran û vegera warên xwe em ê berxwedana xwe bidomînin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din