Koçberên Dêrazorê yên kampa Holê dê vegerin warên xwe

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîde Emîn îşaret pê kir ku xebata vegerandina koçberên Sûriyê yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rex penaberên Iraqê yên ku dixwazin vegerin, didome. Deriyê qeydkirinê li pêş şêniyên bajarê Dêrazorê û hin şêniyên ji bajarên Reqa û Tebqayê mane, vekirî ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara vegerandina koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji jin û zarokan a warên wan li gorî serdana ku rêveberiyê li kampa Holê di 23’yê vê mehê de kiriye, daye. Biryar jî li gorî komxebata êlan a ku li navçeya Eyn Îsa ya nîqaşqkirina pirsgirêka koçberan bi piştevaniya rûspiyên êlên herêmê hat.

Her wiha xebata vegerandina koçberên Holê ji jin û zarokan a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bi awayekî lezgîn pêk bê. Di 3’êy Hezîranê de xebata yekemîn a vegerandinê ji 800 koçberên jin û zarok ji 217 malbatên bajarên Reqa û Tebqayê dest pê kir.

Li ser xebata piştî beşa yekemîn a vegerandinê, hevseroka kampên kantona Hesekê Macîdê Emîn ji ajansa ANHA’yê re raber kir ku qeydkirina kesên dixwazin vegerin warên xwe û karê buroyên taybet ên qeydkirinê jî berdewam e. Macîdê bal kişand ser ku karmendên buroyên qeydkirinê hatine zêdekirin da ku xebat baş bê kirin.

Rêjeya koçberên li kampa Holê

Berpirsyara navneteweyî Ursula Muller di rûniştina Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî der barê rewşa li kampa Holê ya kantona Hesekê de wiha raber kiribû: "Li kampê bi deh hezaran sivîl hene. Ji wan ji sedî 92 jin û zarok in û azarên derûnî di encama tundî û hovîtiya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de kişandine. Ursula Muller got li kampê 73 hezar sivîl hene û ji sedî 43 koçberên Sûriyê, ji sedî 42 yên Iraqê û ji sedî 15 jî biyanî ne."

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîde Emîn di domana axaftina xwe de diyar kir ku rêveberiya kampê deriyê qeydkirina koçberên bajarê Dêrazorê ji bergiriyên pêwîst re wekî ewlehî, îspat û sozdayînên rûspiyên êlan ji kesên dixwazin vegerin bajar û gundên xwe re piştî beşa yekemîn ji vegera koçberên Reqa û Tebqayê vekir.

Macîde Emîn wiha domand: " Xebata qeydkirina vegerandina koçberên bajarê Dêrazorê û gundewarên wê dê di buroyên ku li kampê hatine avakirin de be. Li rexê jî qeydkirina koçberên ku Reqa û Tebqayê piştî vegerandina beşa yekemîn ku roja duşema derbasbûyî li gorî sozdayîna rûspiyên êlên herêmê pêk hatiye, bê kirin."

Li aliyekî dîtir jî di kampa Holê de 40 hezar û 875 koçberên Iraqê di nav de jî malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene. Ew jî di 2015’an de piştî çeteyên DAIŞ’ê serweriya rûpîvaneke fireh ji xaka Iraqê kir, koçî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Qeydkirina navan didome

Li ser pêşeroja vegera koçberên Iraqê ya welat ên ku daxwaza vegerê pêşkêş kirin, Macîde Emîn wiha pê de çû: "Qeydkirina vegerandina li Iraqê didome. Rêveberiya Xweser jî di wê derbarê de kedê dide. Hejmara malbatên dixwazin vegerin gihaşt 2 hezarî. Lê ta niha tu bersiv ji hikumeta Iraqê tevî sozdayîna wê ji rêveberiya kampê re jî, nedîtiye."

Rêveberiya Xweser bi rêveberiya kampa Holê re di Adara borî de bi Wezareta Mafên Mirovan a Kar û Barên Iraqiyan re civiyabû. Wezaretê di civînê de diyar kir ku hikmetê li ser vekirina deriyê vegerandin iraqiyan a welat, êrê kiriye. Lê ta niha tu vegerandin ji kampê ber bi Iraqê ve çênebûne.

Li ser sozên NY’yê, Xaça Sor û hikumeta Iraqê dane, azarên koçberên Iraqê li kampa Holê yên ku dixwazin vegerin welatê xwe berdewam e. Ew jî tevî gotina gerînendeyê Herêma Rojhilata Navîn a Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor Fabrizio Carbonî ku di 11’ê Adara borî de gotiye ku tê texmînkirin di çend hefteyên pêş de nêzî 20 hezar koçberên Iraqê vegerin warên xwe, bi taybet ên di kampa Holê de li gorî peymana bi hikumeta Iraqê re.

(fr)

ANHA


Mijarên Din