Koçberên Efrînê: Divê gelê Başûr li hemberî siyaseta PDK`ê helwest nîşan bide

Koçberên Efrînê destnîşan kir ku pêşwazîkirina çeteyên Îtîlafa Sûriyê li Başûrê Kurdistanê dikeve xizmeta ajande û berjewendiyên dagirkeriya Tirk. Her wiha bang li xelkê Başûr kir ku li hemberî siyasetên PDK`ê yên dijberî gelê Kurd bisekinin.

2 roj berê serokê çeteyên qaşo "Îtîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyonê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, Nesir El-Herîrî û gelek endamên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) gihaştin Başûr Kurdistanê û li Hewlêrê civînek li dar xist,

Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û dijminatiya Kurdan, li Baûrê Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo êrişên li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) bi kar tîne û li Sûriyê jî ji bo ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne, çeteyên qaşo bi navê "Îtîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyonê" bi kar tîne.

Ev civîna ku li Başûr çêbûye hemwextî sûcên domdar ên çeteyên Îtîlafê û komên terorîst ên ku fermanên xwe ji dagirkeriya Tirk digirin pêk hat.

Gelek kes dibînin ku lidarxistina vê civînê planeke dewleta Tirk e ku hewl dide herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexasim hêrêmên kurdan dagirk kiriye, rewa bike. Her wiha pêşwazîkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê ji kujerên gelê Kurd ê ku Kurd ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber kirin, şermezar kirin.

Hesen Birko ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye û niha li kantona Şehbayê ye di derbarê mijarê de wiha got: "Hevkariya PDK'ê ji deh salan ve didome. Di sala 1992'yan de PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re li hev kir ku di bin navê operasyona Sandwîç de êrişî HPG`ê yên li çiyayên Kurdistanê kir. Her wiha derfet da ku artêşa Tirk û istixbarata Tirkiyê baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê ava bikin.

Birko wiha domand: "Îro jî serokê qaşo bi navê Îtîlafê yên ku jin û zarokên me li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kuştin, ji cihê wan koçber kirin û mal û milkên wan talan kirin, pêşwazî dike, da ku lihevkirinên ku tenê xizmeta dagirkeriya Tirk dikin, îmze bikin.”

Birko di berdewama gotinên xwe de ev yek piştrast kir: "Gelê Efrînê wê berxwedana xwe ya li dijî siyasetên PDK û siyasetên dagirkeriya Tirk û alîgirên wê bidomîne heta ku planên wan têk bibe. Mînaka wê jî berxwedan û serkeftina li Heftanîn û Garê ye."

Şêniyê bi navê Ednan Şêx Mihemed ku niha li Şehaba dimîne jî got: "Êrîşên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi destê çeteyên bi navê `Artêşa Niştimanî ya Sûriyê` bûn, lê êrîşên li ser Garê ji aliyê PDK'ê ve hatin erêkirin, ji ber ku ev siyaseta wê ye ku her tim li dijî Kurdan bû. Ew ajandeyên Tirkiyê pêk tîne û ev rastî nayê înkarkirin."

Mihemed bang li hikumeta Başûr kir û got: "Wê hevkariya we bigihêje kîjan astê, duh we dijminê Kurdan Nesr El-Herîrî endamê Îtîlafa Nîştimanî û serokê şoreşa diziyê ya li Efrînê bi behaneya têkoşîna li dijî terorê pêşwazî kir."

Şêx Mihemed bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî siyaseta PDK'ê ya pêkanîna ajandeya dagirkeriya Tirk bisekinin.

Rebîa Weqas jî ev yek destnîşan kir: "Ez ê çawa bikarim wî efû bikin, piştî ku birayên min li ser destên wî di operasyona Sandwîç de şehîd ketin û niha jî Nesir El-Herîrî pêşwazî dikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din