Bi boneya salvegera 3’yemîn a êrşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, bi dehan şêniyên Efrînê yên li Şehbayê, berê xwe da Goristana Şehîdan a Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya li Şehbayê, da ku mûman li ser gorên Şehîdan pêxistin.
Şêniyan li goristanê, deqeyeke rêz girt, piştre mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û diyar kir ku dê Efrînê rizgar bikin û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin û li warên xwe vegerin.
(fr)
ANHA