Koçberên Efrînê: Topbarana artêşa Tirk li Şehbayê biryarên navneteweyî binpê dike

Koçberên Efrînê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Şehbayê malên wan hilweşiyane, îşaret bi siyasetên dewleta Tirk kir ku biryarên NY`yê yên agirbesta li Sûriyê û tevahî herêmên binakok li cîhanê, binpê dikin.

Kantona Şehbayê ku bi deh hezaran koçberên ji kantona Efrînê lê bi cih bûne, rojane ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve tê topbarankirin, bi wê re jî ziyanên madî û windahî çêdibin.

Şêniyên gundê Um El-Hoş ji ber Koronavîrusê di malên xwe de ne, duh artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Um El-Hoş ê kantona Şehbayê bombebaran kir, di encamê de ziyanên madî derketin.

Şêniyê bi navê Mihemed Elî yê ji gundê Qirbê yê navçeya Cindirêsê ku niha li gundê Um El-Hoş e anî ziman ku ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarê xwe Efrînê neçarî koçberiyê bûn û li mezreyên gundê Um El-Hoş bi cih bûne.

Mihemed Elî da zanîn ku ew ji ber dengên topan saet 7 sibê şiyar bûn lê ji malên xwe derneketin, da ku topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên bêserûber li zarokên wan nekevin ew di mal de hiştin. Elî wiha got: "6 top li derdora mala me ketin û paşê ji bo nas bikin top li ku ketine em ji malên xwe derketin, me dît ku tenê ziyanên madî ye."

Mihemed Elî destnîşan kir ku mala welatiyê bi navê Delîl Ehmed ku ne di mala xwe de bû, hilweşiya, li gel vê yekê dema berê xwe da mala xwe erebeya wî xerab bû, lewma jiyana wî û malbata xwe hate parastin û dema gihaşt mala xwe, dît ku hilweşiyaye.

Di heman demê de ji ber topbaranê çend dar li derdora gund hatin hilkirin.

Hesna Husên jî axivî û bi bîr xist ku NY`yê ji bo Sûriyê banga agirbestê kir da ku hîn zêdetir têkoşîna li dijî Koronavîrusê berdewam be. Hesna topbarana artêşa Tirk wek binpêkirina biryarên NY`yê bi nav kir.

Hesna di dawiya axaftina xwe de got ji ber qedexeya derketina derve şênî li malên xwe ne, lê topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî gundên kantona Şehbayê berdewam dike.

eh

ANHA


Mijarên Din