Koçberên Girê Spî: Kanî çavê mirovahiyê, çima bê deng in?

Şêniyên herêma Girê Spî yên ji warên xwe koçberên bûn, pirs dikin ku ma em ê vegerin malên xwe?, piştî dagirkirina wê ji aliyê DAIŞ`ê û El-Nusra dê malên me vala bin an tê de hene?. Her wiha hin kesên ku mane û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li wir in, bi xwekujiyê bi nav kir.

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û El-Nusra li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê ji 9’Cotmehê ve pêk hatin,  bû sedema pêla koçberiyê ber bi hundir ve. Ji wan koçberên ên kantona Girê Spî ku di navbera Reqa û Kobanê de belav bûne.

Ajansa ANHA’yê rewşên êş û azarên koçberên Girê Spî yên ku li herêmên ewleh li Reqayê dimînin û di nava bêdengiya navdewletê de ji nêz ve şopandin.

Koçbera ji gundê El-Elî Bacliyê yê gundewarê Girê Spî, Şêxe El-Esaf wiha pirs kir: "Me çi kir? Ku ev tişt li me bibe, temenê min bûye 76 salî. Di jiyana xwe de min mîna vê zehmetiyan nedît. Neviyê Osmaniyan ji me çi dixwaze. Em xwediyê xakê ne. Me ava kir û çand. Me xaka kesî dagir nekir."             

Şêxe El-Esaf wiha domand: "Piştî ewlehî li herêmê pêk hat, îro cîranê te tê û da ku ku xaka te dagirker bike û şêniyan bi îdîaya ku rizgar dike, te dikuje, me jê kê rizgar dike? Me xaka xwe ji DAIŞ`ê ku dikuşt û serê mirovan li kolanan jê dikir, rizgar kir. Ji roja rizgarkirinê, bi ewle dijîn. Şêxe bi zimanekî herêmî wiha dibêje: "Xwedê mafdaran bi ser bixe û tola me ji dijminê rake."

Ji aliyekî din ve jî koçberê bi navê Xalid El-Hoşan ji gundê Eyn Erûs yê girêdayî Girê Spî wiha got: "Em gelê Sûriyê ne, ma ji koçberiyê re çêbûne û jiyana reş der bara me de hatiye nivîsîn? Laş û psîkolojiya me ji vê rewşa xirab re westiya."

Der barê sedema koçberiya wan, Xalid wiha got: "Em razayî bûn, ji nişkava top bi ser me de hatin. Me nizanibû çi çêbû. Dengê şêniyan li her derê bilind dibû. Min dît yek dibêje ku artêşa Tirkiyê êrişî me dike."

Xalid ê ku li kampa Mehmûdlî dimîne bi hêrs wiha dibêje: " Cîhana erebî û biyanî tiştê bi ser me de hatî nedîtin. Nedîtin ku Tirkiyê qirêjî tevahî ji her derê kom kir û li vir bi cih kir da ku bikujin û talaniyê bikin. Kanî çavên wan? Çima bêdeng in? Wek ku em ne însan in û hebûna me li ser wan giraniyeke, lê em dibêjin xwedê heye û me ji bîr nake."

Şêniya bi navê Xîtam, tevî zarokên xwe ji Girê Spî koçber bûne, wiha dibêje: "Em bi ewle dijiyan, me gotina koçber û penaber ku bûye pera me, ji bîr kirbû."

Xîtam wiha domand: "Rojeke reş di ser me re derbas bû, dengê bombebaran û guleyan dihat. Ji ber topbaranê neçar man koçber bibin." Xîtam pirs dike: "Ma wê rojek were ez ê herim gundê xwe û bi jinên gund re rûnim, lê yan jî em ê kesên nenas bibînin ku warê me dagir kirine?."

Koçberên Girê Spî: Bijartina mayîna li Girê Spî weke mirinê ye

Girêdayî mijarê, hin koçberên ku ji bajarê Girê Spî koçî bajarê Kobanê kirine, ji ajansa me re gotin ku mayîna li bajarên ji aliyên Tirkiyê û DAIŞ`ê dagirkirî weke xwe kuştinê ye ku li wan herêman kuştin, koçberî û revandin pêk tê. Her wiha diyar kir ku gelek kesan nas dikin ku hatin kuştin û revandin.

Celîle Ehmed ji Girê Spî destnîşan kir ku çeteyên Tirkiyê û artêşa Tirk a dagirker mirovahiyê nizanin, jinan, zarokan û zilman bê sedem dikujin.

Celîle got ku çeteyan mal û milkên wê dizîn û wiha got: "Pereyên me dizîn, heta bermîlê avê dizîn. Hin kesên li bajêr man ji me re gotin, mayîna li cihên ku çete lê hene, mîna ku tu xwe bidî kuştinê ye."

Şahîn Casim ji Girê Spî tevî 4 zarok û hevsera xwe koçber bûne, dibêje ku wan nikaribû tiştek ji mal û milkên xwe ku ev 30 sal e tê de dixebite heta ku kom kirin, bianiya.

Şahîn der barê mayîna li bajêr, wiha got: "Gelek kesên li herêmê man, hatin kuştin û revandin. Eger em li herêmê bimana, em ê jî bihatana kuştin."

Her wiha koçberekî ji gundê Yabisê ya girêdayî Girê Spî Mistefa Hesen wiha got: "Bi topên hawan û tangan gundê me bombebaran kirin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze demografiya herêmê biguhere."

(jo)

ANHA


Mijarên Din