Koçberên Girê Spî: Ne cih heye em lê bimînin û ne jî cil heye me ji sermê biparêze

Azar û zehmetiyên koçberên Girê Spî zêde dibe, ne cih û ne jî cilên ku wan ji serma zivistanê biparêzin hene.

Di encama dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê  DAIŞ û Cebhet El-Nusra ya ji 9`ê Cotmehê ve, bi hezaran malbatên ji kantona Girê Spî koçber bûn, koçberan berê xwe dan herêmên ewle mîna Reqa, Tebqa û navçeya Çelebiyê.

Her wiha di encama bombebaranê de, şêniyan nikaribûn pêdiviyên jiyanê bi xwe bînin, hin ji wan di dikanan de dimînin û hin ji wan li koşkên ku kes lê tine ye dimînin.

Gelek malbatên koçber ji ber dagirkeriya Tirkiyê ber bi gundên başûrê navçeya Çelebiyê ya girêdayî Kobanê ve koçber bûn, ji nûçegihanê me re axivîn.

Sedîqa Heyder Hisên ji gundê Boxê ya rojavayê bajarê Girê Spî ji nûçegihanê me re wiha got: "Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên derdora gundên me, ji ber vê em neçar man koçberî gundê Toqlî ya li başûrê rêya navneteweyî bibin."

Sedîqa wiha domand: "Ez û nevî û hevjînên wan bi hev re dijîn, em 7 malbat in, hejmara me 16 kes e, di malekê ji 2 odeyan pêk tê de dijîn, me tiştek bi xwe neanî, ne xwarin û ne cil."

Sedîqa destnîşan kir ku çeteyan hemû tiştên di malên wan de dizîn û wiha got: "DAIŞ`ê jî mîna wan kir, kanî wijdanê mirovahiyê?."

Sebîha Hesen hevjîna kurê Sedîqa got ku ew li ser erdê radizin û zarokên wan ji serma nexweş in.

Sedîqa wiha got: "5 çêlekên me hene, êm tine ku em bidin wan, ev rewşa me ye ji roja yekê em derketin."

Sebîha di dawiyê de wiha got: "Ma cîhan sûcên Erdogan derheqê me nabîne?."

Her wiha koçberê bi navê Cemal Mehmûd Mihemed ji şêniyê gundê Tirbî jî çîroka koçberiya xwe wiha vedibêje: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê serê sibehê êrişî gundê me kir. Em dikaribûn ji gund derkevin, lê kurê apê min û keça wî ketin destê çeteyan, çeteyan hemû zêrên keçikê jê standin, dest danîn ser erebeya wan, her wiha keçik girtin heta ku pere 5 melyon lîreyên sûrî da heta ku hate berdan.".

Cemal Mehmûd di destpêkê de koçberî gundê Xerab Işikê bûn, lê ji ber nakokiyên li wan gundan, neçar man ji wir koçî gundê Toqlî bikin.

Cemal tevî 6 malbatan di odeyên axî ku kes nikare lê bijî, dimînin, mêr neçar dimînin di tiraktorê de razên û jin û zarok di odeyê de razên.

Mehmûd Cemal bang li rêxistinên mafên mirovan û kir ku li pêşiya Erdogan ku kevr û mirovahî rûxand bisekinin, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û xêrxwaz kir ku alîkariya wan bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din