Koçberên Girê Spî: Vegera me bi derketina dagirkeran ve girêdayî ye

Koçberên bajarê Girê Spî gotin, bi hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka wan ew nafikirin vegerin malên xwe. Şêniyên bang li civaka navdewletî û rêxistinên têkildar kirin ku sînorekî ji binpêkirinên li dijî sivîlan re deynin.

Di encamê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bajarê Girê Spî û di 9‘ê Cotmehê de destpê dike gelek şênî neçar man koçberî navçeya Eyn Îsayê bibin.

Şêniyên ku warê wan ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin li koçberiyê li gel xizmên xwe dimînin û hin jî mal kirê kirine. Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm nav, av û betanî pêşkêşî koçber kirin piştî ku rêxistinên mirovî karê xwe rawestandin.

Şêniyê bi navê Dawûd Umer ê ji gundê Bender Xan ê rojavayê bajarê Girê Spî dibêje ku  ji ber gundê wan hate topbarankirin ji bo zarokên xwe û bavê xwe yê astengdar biparêze ji gund derketin. Dawûd destnîşan kir ku wan ne betanî û ne jî tiştek din ku wan ji sermê biparêze bi re nebirine.

Umer dibêje, madem dagirker ketine gundê wî û ewlehî lê nemaye ew nafikre vegere gund, rexmî ku mehane 25 hezar L.S kiriya malê dide û wiha didomîne "Yên me rizq û milkên me talan bike em nikarin bi wan re bijîn, heger armanca wa ewlehî û aramiya me be çima malan didizin û sivîlan direvînin da ku fideyeyê bistînin."

Dawud Umer diyar kir ku tevî azaran ew ê li ber xwe didin heta herêmên wan rizgar bibin û vegerin malên xwe.

Fatima Muslim a ji gundê Şarqelî destnîşan dike ku topbarana dagirkeran a li ser gund tirs li gel zarokên wê çêkirin, lew re neçar ma koçberî navçeya Eyn Îsayê bibe.

Fatima jî anî ziman ku bi hembûna çeteyên Tirkiyê ew vegerin gundê xwe û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdana lezgîn bike û dagirkeran ji herêmên derxînin û garantiya vegera ewle ya koçberan bide.

ANHA


Mijarên Din