Koçberên ji Efrînê: Piştî artêşa Tirk bi bin ket êrişên li dijî gundan zêdetir kirin

Koçberên ji kantona Efrînê yên ku li gundên kantona Şehbayê bi cih bûne got “Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê di şerê li dijî rejîma Sûriyê yê li bejahiya Heleb û Idlibê de bi bin ketin, gundên kantona Şehbayê zêdetir topbaran dikin.”

 

Duh bi şev artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî bi cih bûne, dîsa gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bi dehan topavêj û moşekan topbaran kirin.

Gundên kantona Şehba yên Helîsa, Til Cîcan, Sed Şehba, Til Medîq, Dêrcemal û Herbel û gundên navçeyên Şêrawa û Şerê yên kantona Efrîna dagirkirî yên Aqîbê, Bênê, El-Ziyarê, Soxanokê, Başmera, Merenaz û El-Qemiyê hatin topbarankirin.

Di encama topbarana artêşa Tirk de mal û milkên sivîlan wêran bûn.

Di vê derbarê de ajansa me hevpeyvîn bi şêniyên gundên kantona Şehbayê re çêkirin.

Welatiyê bi navê Mehmûd Qazqelî piştrast kir ku bi dehan top li gundê Helîsê ketine û wiha da zanîn: “Ji destpêka em ji malên xwe bi darê zorê koçber bûn, ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk û komên terorîst kantona Şehbayê topbaran dikin.”

Qazelî helwesta rêxistinên navdewletî û mafnas şermezar kir û wiha pê de çû: “Divê rêxistinên navdewletî hesabên sûcdariya li dijî sivîlan ji artêşa Tirk û çeteyên wê bixwazin.”

Piştî hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê li bejahiya Heleb û Idlibê bi pêş ve çûn û artêşa Tirk û çete bi bin ketin, êrişên xwe li gundên Şehba û Efrînê dijwartir kirin.

Qazqelî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Koçberên ji Efrînê israra mana li kantona Şehbayê û rûbirûbûna li dijî binpêkirinên artêşa Tirk ên li dijî wan heta rizgarkirina Efrînê û vegera li kantonê, nîşan da.”

Welatiya bi navê Cîhan Hacî ku artêşa Tirk mala wê wêran kiriye, wiha axivî: “Artêşa Tirk û çeteyên xwe, em ji malên me koçber kirin. Lewma me ji Efrînê berê xwe da kantona Şehbayê, li vir jî dewleta Tirk rehet rûnenişt û hewldana koçberkirina me ji vir jî dike. Artêşa Tirk mala min bi 2 topan kir armanc lewma pêşiya mala min bi temamî hilweşiya.”

Cîhan bal kişand ser zehmetiya li mala lê dimîn û wiha got: “Çi gunehê me heye ku em ji malên xwe derkevin û li pêş çavên cîhanê pêk ve rastî binpêkirinên artêşa Tirk werin.”

Koçberê bi navê Mihmed Hisên wiha pirs kir: “Artêşa Tirk çi ji sivîlan û zarokan dixwaze? Çima komkujiyan li dijî sivîlan û zarokan pêk tîne, koçber dike û îro dîsa koçber bûne?”

Duh bi şev kantona Şehbayê careke din hate topbarankirin, di encamê de hejmareke malên sivîlan hatin hilweşandin.

Hisên di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola rêxistinên navdewletî û girîngiya hesabxwestina ji dewleta Tirk û çeteyên wê. Hisên got: “Artêşa Tirk çi bike bila bike, em ê heta hetayê berxwedanê berdewam bikin û çeteyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî derxin.”

(eh)


Mijarên Din