Koçberên ji gundê Menacîr: Çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevahî mal û milkên me dizîn

Koçberên ji gundê Menacîr ên li kampa Waşokanî got “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevahî mal û milkên me dizîn” û piştrast kir ku heta ku çete li gundê wan bin, venagerin.

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi hezaran şêniyên Serêkaniyê û herêmên sînor ên dîtir koçber bûn. Her wiha Rêveberiya Xweser zêdetir 60 navendî li gel kampa ku di 1’ê Mijdarê de hatiye avakirin, peyda kirin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me ANHA’yê bi Qemra Elî ya koçbera ji gundê Menacîr û niha li kampa Waşokanî ye, hevpyevînek çêki. Qemra Elî wiha got: "Bi sedema hedefgirtina çeteyên dewleta Tirk a dagirker a herêmên şêniyên, em ji gund koç bûn. Çeteyan genim û berhemên me yên din dizîn."

Qemra wiha lê zêde kir: "Tu kes li gund nema. Heke çete ji gund hatin derxistin, em ê yekser vegerin gund. Lê belê heta ku ew çete li wir in, em venagerin."

Ayşa Îdan jî wiha axivî: "Bi sedema çeteyên dewleta Tirk a dagirker tiştekî me jî li vê jiyanê nema, malên me dizîn û şewitandin. Rewşa me ya li vir bi hatina zivistanê re, krîz e."

Ayşa Îdan bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û NY’yê kir ku bi lezgînî van çeteyan derxin ku li malên xwe vegerin. Ayşa Îdan piştrast kir ku tu hêzên ku parastina wan bikin ji bilî QSD’ê, li herêmên xwe qebûl nakin.

Li gorî raporên rêxistinên mirovî 478 sivîl hatin kuştin, hezar û 70 birîndar bûn û zêdetirî 300 hezar sivîl bi sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din