Koçberên ji herêmên dagirkirî, kiryarên dermirovî vegotin

Jinên koçerber ên ji herêmên Silûk û Şergirakê yên ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin kiryarên dermirovî vegotin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî rojane binpêkirin û kiryarên dermirovî pêk tînin. Her wiha ji êrişa 9’ê Cotmeha 2019’an li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberî, îşkence û binpêkirinên mafên mafên mirovan û desteserkirina milkan berdewam in.

DI TOPBARANA ROJANE YA BÊSERÛBER DE SIVÎL TÊN KUŞTIN

Jinên koçber ên ji herêmên dagirkirî ji ANHA’yê re axivîn. Jinan kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêktînin, vegotin.

Koçbera ji Şergirak a ku nexwest navê xwe bêje got: “Çete kirêttirîn kiryaran dikin. Heta kengî ev rewş? Em nizanin ji me çi dixwazin û daxwaza wan çi ye? Ev xaka me ye, bi çi mafî dagir dikin? Ji ber topbarana dewleta Tirk rojane sivîl tên kuştin, rewşa li herêmên dagirkirî nayê tehemûlkirin."

‘BILA NEVIYÊ TE BIMIRE’

Koçbereke din ji herêma Silûkê ya dagirkirî ya ku neçarî koçberiyê bûye wiha axivî: "Bi sedema topbarana dewleta Tirk piraniya şêniyan neçarî koçberiyê bûn, jiyan li wir dijwar e. Heta niha çete hemşîreyan ji nexweşxaneyan diqewitînin û nahêlin tu kesî derman bikin. Ji saetên berêvarê de tu kes newêre ji mala xwe bi der bikeve.”

Koçbera ji Silûkê  diyar kir ku piştî çeteyan xaka wê desteser kir, neçarî koçberiyê bû û wiha domand: "Min neviyê xwe bir nexweşxaneyê, lê belê çeteyan em qewitandin û gotin; bila li vir bimire, ev qeza û qedera wê ye. Piştre neçar mam bibim nexweşxaneya taybet û li wir tedawî bikim. Rewşa jiyanî pir dijwar e, xwarin tenê ji çete û kesên bi wan re dixebitin re heye. Tenê hin kes av û xwarinê distînin. Heta alîkariyên mirovî ku digihîjin herêmê çete wan desteser dikin û difiroşin şêniyan."

Koçbera ji Silûkê di dawiyê axaftina xwe de got: “Erdogan û çeteyên wî ku atomeke mirovahiyê jî bi wan re tune ye. Mirov dimirin û neçarî koçberiyê dibin. Ka mirovahiya ku pê diaxivin, tu mirovahî li gel van tune ye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din