Koçberên ji herêmên Rejîmê reviyane Dêrazorê, daxwaza alîkariyê dikin

Li herêmên gundewarên rojavayê Dêrazorê gelek kampên belavbûyî ku koçberên ji herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de reviyane, hene. Koçberan ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê daxwaz kirin ku derfetên kar ji wan re peyda bikin û rêxistinên alîkariyê desteka wan bikin.

Roj bi roj zehmetiyên koçberên li gundewarên rojavayê Dêrazorê zêdetir dibin. Di demeke ku rêxistinên li herêmê alîkariyê nakin, pêlên koçberiyê yên ji herêmên di bin serweriya Rejîmê de ber bi herêmên gundewarên rojavayê Dêrazorê,  dewam dikin.

Dibistana Mihêmîdê ya li gundê Sefîrê Tehtanî zêdetirî 15 malbatên koçberên ji herêmên di bin serweriya Rejîmê de tê de ne. Pêdivên jiyanê, taybet di aliyê tenduristiyê nînin. Koberan bi rêya ajansa me ANHA`yê daxwaza başkirina rewşa xizmetguzariyê kirin.

Um Usame koçbera ji gundê El-Meriyê ya di bin serweriya Rejîmê de, wiha got: "Tu rêxistinan serdan û alîkariya me nekirin, ez daxwaza peydakirina şîr û dermanê zarokan dikim."

Her wiha koçbera bi navê Um Fatimê ya ji bajarê Bokemalê ye, daxwaza peydakirina derfeta kar ji koçberan re kir û got: “Em daxwaza kar dikin ji bo bikarinbin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin. Ji ber ewlehiya herêmên gundewarê Dêrazorê, me berê xwe da vir, lê pêwîstiya me bi alîkariyê heye."

Hêjayî gotinê ye ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwaziya sed hezaran koçberên ji hemû herêmên Sûriyê mîna Idlib, Hema, Dêrazorê û gelek herêmên din ku alozî lê rû dide, dike.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din