Koçberên kampa Erîşa: Me tu mirovahiya rêxistinên mirovî nedît

Koçberên kampa Erîşa, ji ber sedema ku rêxistinên mirovî erkên xwe bi cih naînin, çalakiyek protestoyî li ber avahiya Komseriya Bilind a Koçberan û rêxistinan a di nav kampê de, orgenîze kirin.

Bi sedan jin, mêr û zarokên ku di nav kampa Erîşa de dimînin, ji bo rêxisinên mirovî erkên xwe bi cih nanînin, çalakiyek protestoyî li dar xistin. Çalakî li ber avahiya Komseriya Bilind a Koçberan pêk hat. Koçberan pankartên bi nivîsên `Em alîkariyê ji bo remezanê dixwazin`, `Tu destê me di noqbûna kampê de tune ye`, `Em pereyan ji bo du mehan dixwazin ev mafê me ye`, `Rêxistinên mirovî ji bo bersîvdayîna daxwazên me li ku derê ne`, `Gelo temenê her konekî li gorî pîvana wê çiqas e?` û hwd hildan.

Koçberên kampê yên ku beşdarî çalakiyê bûne ji ajansa me re axivîn.

 Hemdan Ehmed El-Hemiş ji Dêrazorê koçber bûye, destnîşan kir ku konên wan di encama baranê de noqî bin avê bûne. El-Hemiş diyar kir ku di hindek konan de 4 malbat dimînin û ew kon ji du salan ve nehatine guhertin. El-Hemiş got ew banga guhetina konan dikin, lê kesek guh nade daxwazên wan.

El-Hemiş gotinên wiha domand: "Rêxistinan alîkariya madî li ser me qut kirine beyî ku sedema wê bêjin. Di encamê de deyn li me kom bûn. Di nav kampê de min dikanek vekiriye. Pêşiya me de meha remezanê heye û tu pereyên me tune ne da ku em vê mehê pêşwazî bikin. NY`î û rêxistinên mirovahiyê îdia dikin, lê me tiştek ji mirovahiya we nedît. Endamên wan tenê kirasên ku slogan li ser hatine xêzkirin li xwe dikin. Em hêvî dikin ku wan slogan pêk bînin."

Koçberê bi navê Ebdulbaqî Mihî El-Etiye jî got: "Aloziya ku em tê re derbas dibin trajedîk e. Ji bilî Rêveberiya Kampê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a navçeya Erîşa kesek bi me re nebû alîkar. Her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî li gorî karînên xwe bi me re alîkar bûn. Em keda wan ji bîr nakin. Ji ber ku karekî mirovî dikin. Lê rêxistinên qaşo banga mirovahiyê dikin mixabin alîkariya me nakin û ji zêdetirî mehekê ve tu pakêtên paqijiyê li me belav nekirine."

Di dawiyê de El-Etiye bang li kesên xwedî wijdan kir ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din