Koçberên kampa Holê: Em spasiya Rêveberiya Xweser û şêxên eşîran dikin

Gelek koçberên ku ji kampa Holê derketin, kêfxweşiya xwe bi vegera xwe ya li malên xwe anî ziman û spasiya Rêveberiya Xweser û şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Li kampa Holê 31 hezar û 436 koçberên ji Sûriyê, di nav de malbatên çeteyên DAIŞ`ê anku 9 hezar û 220 malbat hene.

Rêveberiya Xweser di 3`yê Gulana 2019’an de li navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê komxebata eşîrên Sûriyê li dar xist, tê de zêdetirî 5 hezar şêx û nûnerên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Gelek kesên ku ji kampa Holê derketin ji ANHA`yê re kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya Rêveberiyê û şêxên eşîran kir ku ew ji kampê derxistin û hiştin li warê xwe vegerin û tev li civakê bibin.

Ehmed Salih yek ji kesên ku ji kampa Holê vegeriya, li ser gopal e da ku bikare bimeşe, li gorî ku diyar kir ew di encama teqîna mayînekê de ku çeteyên DAIŞ`ê li ser rêya wan çandibûn, birîndar bû, wiha dibêje: "Dema em ji herêmên çeteyên DAIŞ`ê derketin û reviyan herêmên rizgarkirî yên QSD`ê, wan pêşwaziya me kir û em veguhastin kampa Holê, hemû pêdiviyên me bi cih anîn, dan û standina bi QSD`ê re baş bû."

Salih spasiya Rêveberiya Xweser kir ku hişt ew vegerin warê xwe û daxwaza şêx û nûnerên eşîran erê kir.

Der barê rola şêx û nûnerên eşîran a derxistina koçberan de, şêxê eşîra El-Weldê Telal Hîlal El-Sîbit wiha axivî: "Şêx û nûnerên eşîran roleke navbeynkar di navbera aliyên peywendîdar ên siyasî û leşkerî de lîst, li ser daxwaza şêniyên bajarê Reqayê ku di sivîlên wan derkevin û daxwaza şêxan di komxebata eşîrên Sûriyê de, sivîl derketin û em ê bi Rêveberiya Xweser re di nav dan û standinan de bin da ku hemû sivîlan ji kampê derxin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek komên din hene ku dê derkevin, ev yek jî dê piştî ku şêx û nûnerên eşîran kefaletên koçberan û belgeyên îsbatê ji kesên ku li herêmên Rêveberiyên Xweser dimînin pêşkêş bikin, pêk were.

(jo)


Mijarên Din