Koçberên kampa Holê gihîştin Reqayê

Îro serê sibehê 217 malbatên koçber ku ji kampa Holê derketibûn û piraniya xwe jin û zarok bûn, gihîştin herêma Reqayê.

217 malbatên ji Reqayê ku li kampa Holê diman, di nava kêfxweşiyê de gihîştin Meclisa Sivîl a Reqayê.

Malbatên ku gihîştin Meclisa Sivîl a Reqayê, piraniya xwe jin û zarok in û ji bajarên Reqa û Tebqayê ne. Her wiha di nava wan de birîndar û nexweş jî hene.

Hêjayî gotinê ye ku derxistina malbatan ji kampa Holê dê 2 rojên din jî dewam bike.

Yek ji biryarên komcivîna êlên Sûriyê ye ku 5 hezar nûnerên eşîran tev lê bûbûn, wê malbatên ji kampa Holê li ser baweriya şêxên êşîran werin derxistin û ew malbat dê vegerin malên xwe. Rêveberiya Xweser jî ev biryar ji aliyê xwe ve pêk anî û niha dest bi meriyetê kiriye.

(kc)

ANHA


Mijarên Din