​​​​​​​Koçberên kampa Waşûkanî ji ber  belavbûna guriyê bi fikar in

Koçberên kampa Waşûkanî ya kantona Hesekê der barê belavbûna gurîbûnê de, bi fikar in. Kadroyeke tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd jî diyar kir ku testên pêwîst çêdikin û dermanan didin, ji lewra gelek nexweşên guriyê baş bûne.

Roj bi roj rewşa koçberên kampa Waşûkanî xerabtir dibe. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotemha 2019`an de êrişî her du bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kiribû û dagirkiribû.

Li kampê navendeke tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd heye ku ji destpêka avakirina kampê ve, hatiye vekirin. Di navenda tenduristiyê de gelek beş hene û 24 saetan bê pere xizmetê pêşkêşî koçberan dike.

Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe yên kêm, xizmetên pêwîst dide koçberan. Li gel belavbûna şewba Koronayê li herêmê li şûna ku rêxistinên mirovî û yên têkildar alîkariyên tenduristiyê pêşkêş bikin, rewşa koçberan paşguh dikin û tenê temaşe dikin.

KOÇBER JI BELAVÛNA GURÎBÛNÊ BI FIKAR IN

Koçberê bi navê Îbarhîm Ehmed Elî daxuyand ku rewşa wan li kampê ne baş e, ji ber girîngiyê nadin paqijiya giştî û dezenfektekirinê, ku ev belavbûna Koronavîrusê di nava gel hêsantir dike.

Elî destnîşan kir ku beriya çend hefteyan ji ber bikaranîna serşokên hevbeş û xerabûna xetên kanalîzasyonê, nexweşiya "gurîbûnê" di nava gel de belav bûye.

Hiyam Ebdulhesîb ku ew jî koçbereke kampê ye got: "Nexweşî di nava mezin û biçûkan de belav bûye û rêxistinên mirovî vê rewşê paşguh dikin. Ev yek rewşa me xerabtir dike."

Koçberan bang li rêxistinên navnetewî û mirovî kir ku destekê bidin wan, nexasim di aliyê madeyên dezenfektekirinê û restorekirina xetên kanalîzasyonê, da ku pêşî li belavbûna gurîbûnê li kampê bê girtin.

Di mehekê de komîneke kampê ku ji 20 kon û malbatan pêk tê, bi nexweşiyê ket. Heyva Sor a Kurd a kampê ji bo dermankirina şêniyên, bi derfetên xwe yên kêm gelek tedbîrên tenduristiyê û xweparastinê girt.

‘EM TESTÊN TENDURISTIYÊ ÇÊDIKIN, HIN NEXWEŞ BAŞ BÛNE’

Yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurd a kampê Cîhan Amêr destnîşan kir ku piştî nexweşiya guriyê belav bûn û bi dehan kes pê ketin, wan testên tenduristiyê yên pêwîst çêkirin û derman dan nexweşan da ku baş bibin.

Cîhan Amêr bang li şêniyên kampê kir ku paqijiya xwe zêdetir bikin da ku pêşî li vê nexweşiyê û li belavbûna Koronavîrusê bigirin.

JI BO PARASTINA ŞÊNIYAN, TEDBÎRÊN HEYVA SOR A KURD Û RÊVEBERIYA KAMPÊ

Heyva Sor a Kurd a kampê gelek tedbîrên xweparastinê girt. Ji wan tedbîran, dema ku nexweş serdana nuqteya tenduristiyê dike, destên xwe baş bi avê dişo û madeyên dezenfektekirinê bi kar tîne. Piştre pileya germahiyê tê dîtin û berê xwe dide konê bendewariyê û bi qasî metroyekî dûrî hev rûdinin.

Da ku şewba Koronayê li kampê belav nebe, rêveberiya kampê gelek tedbîrên xweparatinê girt. Rêveberiya ketin û derketina ji kampê û kombûn qedexe kir û tenê rê da pêşkêşkirina madeyên sereke wekî nan û avê. Her wiha cîhazekî dîtina pileya germahiyê danî da ku çavdêriya germahiya kesên ku xizmetan di kampê de pêşkêş dikin, bê kirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din