​​​​​​​Koçberên kampa Waşûkanî li bende alîkariyê ne

Rêveberiya Kampa Waşûkanî bang li aliyên têkildarî û rêxistinên mirovî kir ku xizmeta tibî pêşkêş bikin, nexasim ku havîn li ber derî ye û nexweşî belav dibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heyva Sor a Kurd bi derfetên xwe yên kêm alîkariyê pêşkêşî kampa Waşûkanî dike. Lê niştecihên kampê di rewşeke zehmet de ne, nemaze ku havîn tê û pileya germahiyê bilind dibe, li gel wê rêxistinên mirovî bi karê xwe ranabin.

Kampa Waşûkanî ji bo koçberên herêma Serêkaniyê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, li bajarokê Tiwêna yê 12 km dikeve rojavayê navenda bajarê Hesekê hate avakirin. Firehiya kampê 600 kîlometre dam e. Li gorî rêveberiyê di kampê hezar û 862 malbat  naku 12 hezar kes hene, di hezar û 700 konan de dimînin.

Endama rêveber a Heyva Sor a Kurd a Kampa Waşûkanî Cîhan Amir ji ANHA‘yê re axivî û diyar kir ku niştecihên kampê ji ber kêmbûna derfetan û neşandina alîkariyên pêwîst azaran dikşînin, nemaze ku pileya germê bilind dibe û alavên cemidandinê tunene.

‘PÊŞKÊŞKIRINA XIZMETA TIBÎ ERKA RÊXISTINAN E‘

Cîhan diyar kir ku haletên nexweşiyên ji ber germê zêde dibin û ev tişt anî ziman: "Heger rewş wisa dewam kir û alîkarî neyên şandin dê piştî demekê nexweşiya îltîhaba kezebê ya kronîk derkeve."

Cîhan Amir got, divê rêxistinên têkildar zarokan bi derziyên nexweşiya "Laşmanyayê" aşke bikin, dermanên kêzik û mêşan bireşînin û got li kampê mar û topişk hene.

Cîhan banga şandina alîkariyê ji bo koçberên kampê kir.

ANHA


Mijarên Din