Koçberên li Efrînê daran qut dikin

Dagirkeriya Tirkiyê di bicihkirina malbatên çeteyên ji Idlibê li Efrînê de dewam dike. Hate zanîn ku ew malbat jî darên li Efrînê qut dikin.

Dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi rêya bicihkirina malbatên çeteyên ku ji herêmên xwe derketin, demografiya herêmê diguherîne.

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê malbatên çeteyan ji Idlibê tînin û li gund û navçeyên Efrînê bi cih dikin.

Çavkaniyan da zanîn ku nakokiyeke mezin di navbera malbatên çeteyan de rû dide û bi taybet kesên ku ji Idlibê hatin û yên ji herêmên din hatin, ev nakokî gihaştin asta şer û got: "Rojane li hundirê bajarê Efrînê şer di navbera malbatên ku dagirkeriya Tirkiyê anîn Efrînê de rû dide."

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku malbatên çeteyên ku li gundê Satiya yê navçeya Mabata û Kefer Delê ya navçeya Cindirêsê dimînin, daran qut dikin û dikin êzing û got heta amûdên kehrebeyê jî qut dikin.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyan heta niha nêzî 14 milyon darên zeytûnê û darên din qut kirine yan jî şewitandine.

ANHA


Mijarên Din