Koçberên li kampa Holê dê vegerin warê xwe

Di civîneke berfireh de biryar hate girtin ku koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di kampa Holê de rojên bê vegerin warê xwe.

Bi armanca şopandina rewşa koçberên li kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û pêkanîna biryarên Komxebata Eşîran a li navçeya Eyn Îsayê ku yek jî vegera koçberên Sûriyê yên li kampa Holê ku têkiliyên wan bi DAIŞ‘ê re tinene li warê xwe şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa Holê kir.

Şande ji hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, cîgirên hevserokatiya rêvberiyê Îlzabêt Gewriyê û Emîne Osê û nûnerê kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed pêk hat. Şande ji hêla hevseroka Kampên Kantona Hesekê Macîde Emîn, nûnera kampa Holê Hemrîn Hesen û şêwirmendê kampên Herêma Cizîrê Rojhat Elî ve hatin pêşwazîkirin.

Li kampê, civîneke berfireh di navbera şandeyê û Rêvberiya Kampê re hate lidarxistin. Herdu aliyan li hev kirin ku zarok û jinên koçber Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerin warê xwe .

Vegera koçberên di çarçoveya biryarên ku di Komxebata Eşîryan de ya 3‘yê Gulanê li navçeya Eyn Îsayê hatibû lidarxistin, pêk tê, ku koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî herêmên wan ji aliyê QSD‘ê ve ji bermahiyên şer bêne paqijkirin dikarin vegerin warê xwe.

Di civînê de jî her du aliyan pêşniyarên vegerandina leztir a koçberan kirin.

Dûvre 2 saetan bênavber civînek girtî bi ragihandinê re pêk hat.

Biryara vegera koçberan li herêmên xwe dê roja Şemiya bê têkeve meryetê.

Girêdayî mijarê Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid got: "Di çarçoveya biryarên Komxebata Eşîrên Sûriyê de, me serdana kampa Holê kir û me civîneke berfireh bi rêveberiya kampê re li dar xistin, di dawî de me biryar stand ku jin û zarokên koçber ên deverên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kefaleta şêx û rûspiyan vegerînin warên wan, piştî ku tedbîrên ewlehiyê bi dawî bû."

(fr)

ANHA


Mijarên Din