Koçberên Minbicê ditirsin ger Tirkiye êrîş bike careke din koçber bibin

143 hezar koçberên li bajarê Minbicê ditirsin ku ger artêşa Tirk a dagirker êrîş bike, wê careke din koçber bibin. Koçberan da zanîn ku armanca dewleta Tirk têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye.

ARÎN DENÎZ / MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker ji bo rewakirina dagirkirina xwe ji axa Sûriyê re, îdiayên wekî “Şerê li dijî terorê, rizgarkirina herêman û vegerandina şêniyên wê û vegerandina koçberan li warê wan” bi kar tîne, lê dewleta Tirk hejmara zêde ya koçberan ku xwe spartin herêmên ku ew dixwaze dagir bike, ji bîr dike. Bajarê Minbicê jî ku 143 hezar koçber ji hemû herêmên Sûriyê hembêz dike, mînaka vê yekê ye.

Bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyê, 15`ê Tebaxa 2016`an ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê ve hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê û vegerandina ewlehiyê, Minbic bû qubleya bi hezaran koçberên ku ji êş û azariya şer reviyan.

Li gorî koçberan, bajarê Minbicê hemû pêdiviyên wan bi cih anîn û piştî ku ji gelek herêmên Sûriyê ji ber kiryarên dagirkeriya Tirk û hêzên rejîmê koçber bûn, ji nû ve gihîştin îstiqrar û ewlehiyê.

Pêlên koçberiyê û sedemên wê

Piştî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Sûriyê li ser herêmên Şehbayê; Ezaz, Cerablûs, Bab û dagirkirina wan herêman, yekemîn pêla koçberiyê sala 2016`an ber bi Minbicê ve dest pê kir. Her wiha sala 2017`an ji ber şerên di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Xefse û Meskene de, şêniyên wê herêmê jî xwe spart Minbica ewle.

Ji aliyekî din ve jî ne tenê şerê di navbera hêzan de bû sedem ku koçber xwe bispêrin Minbicê, lê ji ber ne ewlehî û bê îstiqrara li herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, her wiha kiryarên wekî kuştin, revandin, wêrankirin, guhertina demografîk a herêmê û qirkirina etnîk ku çeteyên ‘Dir Firat’ ên girêdayî dewleta Tirk û rejîma Sûriyê pêk tîne, hişt ku Minbic bibe meqseda koçberan.

Minbica ewle…

Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevî Hêzên Ewlehiya Hundirîn dikaribûn ewlehiya herêma Minbicê biparêzin û welatiyên ku berê xwe didin Minbicê dikarin wekî şêniyekî ne wekî koçberekî li kampên wekî Tirkiye, Urdin û Iraqê bijîn an jî berê xwe bidin dewletên Ewropayê, ev jî sedemeke din e ku welatiyên herêmên Sûriyê berê xwe bidin Minbicê.

Li gorî belgeyên Komîteya Karûbarên Civakî ya bajarê Minbicê sala 2017`an 143 hezar koçber ji gelek herêmên Sûriyê û taybet ji Idlib, Hema, Heleb, Humis, Bab, Ezaz, Cerablus, Xefse, Meskene, Reqa û Dêrazorê berê xwe da bajarê Minbicê.

Tevî astengî û bêderfetiyê, rêveberiyê alîkarî pêşkêşî koçberan kir

Ji ber hejmara zêde ya koçberan li Minbicê û bêdengî û nedestwerdana lezgîn a rêxistinên mirovî ya cîhanî ji bo desteka koçberan, barekî giran li ser Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê, li rex jinûveavakirina Minbicê ya rizgarkirî, çêbû. Lê tevî vê yekê jî şêniyên Minbicê tevî Rêveberiya Sivîl cih, xwarin û vexwarin ji koçberan re pêşkêş kirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û şêniyên wê, 143 hezar koçber hembêz kirin. Koçber li kampa Risim El-Exder û kampên derdora Minbicê ku ji aliyê Rêveberiya Sivîl ve têne birêvebirin, bi cih bûne. Her wiha beşek ji wan jî li bajarê Minbicê bi xwe bi cih bûne.

Rizgarkirina herêman, barê li ser Rêveberiya Sivîl sivik kir

Operasyonên leşkerî yên Hêzên Sûriyê Demokratîk ji bo rizgarkirina herêmên Reqa û Dêrazorê, barê li ser Rêveberiya Sivîl a Minbicê sivik kir û şêniyên ku koçberî Minbicê bûbûn, vegeriyan cihê xwe. Lê ji ber ku şêniyên herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hîna li Minbicê ne, Rêveberiya Sivîl heta niha zehmetiyan dibîne.

Minbic koçberan diparêze, Tirkiyê jî wan bi kar tîne

Mijara koçberiya ji Sûriyê ber bi dewletên wekî Tirkiyê û Urdinê ve, bû amûreke bazirganiyê. Dewlet û taybet a Tirk hewl didin bi rêya koçberan siyaseta xwe li herêmê ferz bikin. Ji aliyekî din ve jî, dewleta Tirk koçberan wekî kaxezeke zextê li dijî dewletên Ewropayê bi kar tîne. Lê dewleta Tirk di siyaseta bikaranîna koçberan de, li ser hesabê êş û azarên penaberên Sûriyê  bi ser ket. Ji aliyekî din ve jî, gelek dewletan û ji wan Tirkiyê penaberên Sûriyê ji bo bidestxistina bi milyonan dolar ji Neteweyên Yekbûyî bi kar anîn.

Minbic tevî ku bi hezaran ji koçberên ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de û herêmên rejîma Sûriyê hembêz dike, ew koçber ji bo berjewendiyên xwe bi kar neanî. Berovajî wê, alîkariyê li gorî derfetên di destê wê de, pêşkêşî koçberan kir. Her wiha ji bo vegerandina koçberan li herêmên rizgarkirî, rêveberiya Minbicê bi QSD`ê re di nava peywendiyan de ye.

Hevgirtina di navbera şêniyên Minbicê û koçberên ji herêmên din ên Sûriyê de, rê li ber çavbirçîbûna dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê girt. Ji ber vê yekê jî, dewleta Tirk a dagirker her hewl dide herêmên ewle çawa ku sala par li Efrînê kir, bixe armanca êrîşên xwe yên dagirkirî û gefan li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet Minbicê dixwe.

Koçberên li Minbicê li ser gefên dagirkeriya Tirk çi dibêjin?

Gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Minbicê metirsî li gel koçberan çêkir. Koçber dibînin ku destwerdana leşkerî li ser herêma Minbicê, wê bihêle careke din ew koçber bibin. Hin koçberên din jî dibêjin destwerdana Tirkiyê dê ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe.

Koçberê bi navê Umer Hisên ku bavê çar zarokan e û ji bajarê Meskene yê girêdayî parêzgeha Helebê koçber bûye, ev du sal e li kampa Rism El-Exder a Minbicê dimîne. Hisên wiha got: “Minbic niha di rewşeke ewlehî û îstiqrarê de ye. Ji dema ku em hatin Minbicê heta niha, ji bilî têkiliya baş a şêniyên Minbicê li hemberî me, me tiştek nedît.”

Umer Hisên destnîşan kir ku ger dewleta Tirk destwerdana Minbicê bike, ew ê careke din koçber bibin û wiha dewam kir: “Tişta ku em jê ditirsin, destwerdana hêzan di karûbarê herêmê de ye. Ger dijmin êrîşî vê herêmê bike, em berê sê caran koçber bûne, em ê careke din jî koçber bibin.”

Hisên wiha got: "Hejmara me mezin e û ev herêmeke ewle ye, ger êrîş çêbe em ê herêmeke wekî vê ewle li ku bibînin? Tişta em dixwazin, ewlehî û aramiya herêmê ji aliyê hêzên  peywendîdar û navneteweyî ve were parastin.”

Mihemed Emar Ehmed ku ji koçberê bajarê Babê yê dagirkirî ye û niha li odeyeke tenê ew û hevjîna xwe li Minbicê dimînin wiha got: “Herêmên me di bin dagirkeriya çeteyên Dîr El-Firat û artêşa Tirk de ne, ji ber kuştin, revandin û koçberkirinê em ji wir derketin û em hatin herêmên ewle wekî Minbicê. Îdiayên Erdogan ên rizgarkirina bajar ji terorê ji rastiyê dûr in, ji ber kiryarên ku çeteyên wî dikin asta terorê nîşan dide.”

Emar Ehmed bi lêv kir ku destwerdana Tirk armanca xwe têkbirina ewlehiya herêmê ye û koçberankirina şêniyên wê ye da ku malbatên çeteyên xwe tê de bi cih bike û wiha domand: "Em hêvî dikin ku hêzên navneteweyî destwerdan bike da ku sînorekî ji kiryarên çeteyên Tirkiyê re deyne.”

Çavên koçberên li bajarê Minbicê li benda biryarên hêzên navneteweyî têkildarî gefên dewleta Tirk in. Koçber ditirsin ku ger artêşa Tirk a dagirker êrîş bike, wê careke din koçber bibin. Ew hêvî dikin ku hêzên navneteweyî daxwaza wan bicih bîne, da ku careke din koçber nebin, li rex wê jî şêniyên bajarê Minbicê ku hejmara wan 539 hezar e, koçber nebin.

Piştî gefên dewleta Tirk li ser herêmê di vê demê de, gelê Sûriyê pirs dike ku Erdogan behsa kijan rizgarkirinê dike? Taybet di demekê de ku artêşa Tirk û çeteyên wê şêniyên herêmên di bin dagirkeriya xwe de didin koçberkirin, behsa vegerandina koçberan li herêmên wan dike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din