Koçberên nû yên li kampa Til Semin ji ber piştgiriya kêm azaran dikişînin

Ji ber kêmbûna betanî û sifincên razanê, koçberên nû ku berê xwe didin kampa Girê Spî ji neçarî li gel xizmên xwe yên li kampê radizên. Rêveberiya kampê jî bang li rêxistinên alîkariyan dike ku piştgiriya wan bikin da ku karibin hejmara mezin a malbatên koçber ku rojane berê xwe didin kampê, pêşwazî bikin.

Li kampa Girê Spî ku nêzî 4 mehan hatiye vekirin, hezar û 903 koçberên ji Girê Spî ku bi darê zorê ji malên xwe derketine, dimînin.

Bi zêdebûna hejmara koçberên nû re, li kampê alîkariyên wekî madeyên xwarinê, sifinc û betanî bi dawî bûn. Rêveberiya kampê qutiyeke madeyên xwarinê, sifinc û betaniyan dide her malbatekê û çadirekê ji bo wan amade dike.

Ji destpêka vekirina kampê ve, rêxistina Heyva Sor a Kurd hemû pêwîstiyên koçberan ji çadir, betanî û sifincan, her wiha qutiyên madeyên xwarinê pêşkêş dike. Rêxistinên alîkariyan heta niha ji koçberên kampê re nebûne alîkar.

Rojane ji 10 heta 15 malbatên koçber, berê xwe didin kampê. Ev malbat ji ber kêmbûna sifinc û betaniyan ji neçarî li gel xizmên xwe yên li kampê radizên anku ji wekî çareseriyeke demkî ji cîranên xwe deyn dikin.

Yek ji koçberên gundê Kefîfe yê girêdayî kantona Girê Spî Xesîs El-Hîlal dibêje ew tevî malbata xwe beriya 6 rojan hatiye kampê, lê heta niha ne sifinc, ne betanî, ne jî tiştekî wan ji sermaya dijwar biparêze, nestandine. Xesîs diyar kir ku ew û malbata xwe di çadira xwarziyê xwe de radizê û bi roj jî li çadira xwe dimînin ku tê de pêdiviyên sereke yên jiyanê jî tune ne. Her wiha destnîşan kir ku di çadira wî de ne sobe û ne tiştekî li erdê raxin, heye.

Hevseroka rêveberiya kampê di vê der barê de dibêje alîkariyên li gel wan ji beriya 10 rojan de bi dawî bûne lê belê ji ber rewşa koçberan a jiyanî ya zehmet, ew neçar dimînin koçberên nû li kampê pêşwazî bikin. Her wiha eşkere kir ku rêveberiya kampê ji koçberên berê xwe didin kampê re diyar dike ku alîkarî li gel wan nemane, lê tevî vê yekê ew bi israr dikevin kampê.

Her wiha destnîşan kir ku rojane rêveberî bi rêxistinên mirovî û yên alîkariyan ên li herêmê re peywendiyan pêk tîne, lê belê wan heta niha bersiv ji tu aliyan negirtine, ji bilî rêxistina Heyva Sor a Kurd ku soza çareserkirina vê pirsgirêkê di demeke nêzîk de da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Melisa Sivîl a Reqayê di 22`yê Mijdara borî de kampa Girê Spî vekir da ku koçberên ji Girê Spî û gundewarên wê yên ji ber êrişên deweta Tirk û çeteyên wê yên di 9`ê Cotmeha 2019`an de koçber bûne, lê bi cih bibin.

(cx)

ANHA 


Mijarên Din