Koçberên Serêkaniyê: Çete kesên vedigerin dikujin

Koçberên ji Serêkaniyê dixwazin vegerin herêmên xwe, lê çete kesên vedigerin dikujin. Koçberan daxwaz  kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk ji herêmê derkeve.

Êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên ji 9`ê Cotmeha derbasbûyî ve, zêdetyî 300 hezar kes neçar kirin ji herêmên Serêkaniyê koçber bibin. Piraniya koçberan di dibistanan zêdetir ên bajarê Hesekê de hatine bi cihkirin. Hesekê dikeve başûrê bajarê Serêkaniyê. 

Rêveberiya Xweser û hin rêxistinên xwecihî yên alîkariyan, ji koçberan re alîkariyên pêwîst pêşkêş dikin, lê tevî wê yekê jî koçber dixwazin bilez vegerin herêmên xwe û ditirisin ku guhertineke demgrafî ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre lê herêmên wan were pêkanîn.

Fatme El-Elî ya ji Serêkaniyê got:`` Ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajêr, em ji serêkaniyê reviyan. Çeteyên dagirkeriya Tirk malên me talan kirine, 5 malên me hene lê tiştek jê nemaye.``

Fatme El-Elî domand:``Em dizanin tu tiştek di malên me de nemaye, lê em dixwazin vegerin ser mal û milên xwe. Em vegerin jî em hebûna çeteyên dagirkeriya Tirk ên “Ceyş El-Hur” di bajêr de, qebûl nakin.``

Koçberê ji Serêkaniyê Mihemed Elî Rimo jî bal kişande ser wê yekê ku ji ber hebûna çeteyan di bajêr de koçber nikarin vegerin malên xwe û got:”Çete her kesekî veger mala xwe dikujin.``

Rimo domand:``Em dixwazin dema vegerim bajarê xwe, em ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê ve werin parastin.``

Etiya Bozo ya ji Serêkaniyê koçber bûye jî got: ``Dema em ji bajêr derdiketin li ser rêya Esediyê balafirên Tirk erebeya me hedef girt. Çeteyên dagirkeriyê tiştek nehêştin, bila QSD`ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derxînin, em ji bilî wan tu hêzê qebûl nakin.``

(rr/bm)

ANHA


Mijarên Din