Koçberên Serêkaniyê çîrokên koçberiya xwe vedibêjin

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdeyî 300 hezar sivîl  koçber bûn. Her sivîlek xwedî serpêhatiyeke biêş a rêwîtiya koçberiyê ye. Tekane daxwaza wan ew e ku zû vegerin malên xwe. 

Remedan Îbrahîm Dahir bi kursiya xwe ya astengdariyê di nav konê çalakiyê ya li pêşiya navenda Komseriya Koçberan a girêdayî NY`ê ya bajarê Qamişlo ku hatiye vedan de, digere.

Remedan Îbrahîm Dahir (20) êlekeke bi nivîsa "Serêkaniyê dîrok e" li xwe kiriye, tevî malbata xwe ya ji 10 kesan pêk tê li benda vegera li gundê xwe yê Esediyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê ne. Dahir wiha got: "Beriya êrişa Tirkiyê ya li ser bajarê me, jiyana me bi ewle bû."

Remedan detayên kêliya derketina wan a ji gund tîna bîra xwe û wiha diyar kir: "Seat 1`ê êvarê, ji ber bombebarana zêde neçar man ji gundê xwe bi der bikevin". Her wiha ji tirsa zarokên biçûk û rewşa wî ya tenduristiyê ku ne guncaw bû, neçar man ji gund bi der bikevin.

Remedan wiha domand: "Armanca Erdogan jinûvezîndîkirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên me ku QSD`ê rizgar kiriye."

Xweşika Remedan, Xelfe Îbrahîm (19), wiha got: "Ji ber bombebarana zêde, tenê bi cilên ku li me bûn, hatin. Me her tişt li pey xwe hişt. Çend seatan di zeviyeke vala re meşiyan. Dinya sar bû û zarok ji serma re digiriyan."

Xelfe Dahir wiha domand: "Bi berbangê re, me xwe li erebeyeke girt. Di van kêliyan de min zeviya ku lê pempo çandiye dît û pir giriyam. Kêliyên ku di sibehan de ji xew radibûn û diçûn çinîna pempo hatin bîra min. Her wiha Jî ewlehiya ku em tê de dijiyan hate bîra min. Kêliyên ku me pempo kom dikir ku niha me li pey xwe hiştiye, hatin bîra min."

Xelfe Dahir wiha got: "Îro ha em Kurd û Ereb ji vir de bang li aliyên ku banga mafên mirovan û NY`ê dikin ku biryarekê bistînin da ku vegerin malên xwe."

Bombebaran her diçû zêde dibû

Xaziya Selame(40), hevjîna birayê Xelfe û Remedan e û dayika 5 zarokan e, wiha got: "Gund pir dihat bombebarankirin û her diçû zêde dibû. Topek li mala cîranê me ket. Em tenê bi cilên xwe derketin û venegeriyan."

Xaziya wiha domand: "Dema ku derketin, me berê xwe da bajarê Hesekê. Di rê de min zarokên ku her yekî parçeyên laşê xwe ji ber topbarana dewleta Tirk wenda kirine, dîtin."

 ‘Ev xaka bav û kalan e û jê bi der nakevin’

Xaziya destnîşan kir ku kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker bi gund û bajarên wan dike, sûcên der heqê mirovahiyê de ne. Armanc jê koçberkirina şêniyên herêmê yên resen e û malbatên çeteyên DAIŞ`ê li şûna me bicih bike û wiha got: "Ev xak, xaka me ye, em li vir  hatin dinê û mezin bûn. Em dev ji axa xwe bernadin."

Di dawiya axaftina xwe de Xaziya bang li hemû dewletên ku banga parastina mafên mirovan dikin, kir ku çareseriyekê bibînin da ku vegerin malên xwe. Ji ber zarokên wê biçûk in, zivistan nêz bû û daxwaza wan tenê vegera li malên wan e.

(jo)

ANHA


Mijarên Din