Koçberên Serêkaniyê: Ji derveyî QSD`ê, tu hêzên din qebûl nakin

Careke din koçberên ji Serêkaniyê îşaret bi baweriya xwe ya bi QSD`ê kir û diyar kir ku tekane hêza ku wan ji komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên biparêze, QSD’ê ye.

Piştî şêniyên Serêkaniyê û herêmên derdora sînor ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê koçberî herêmên bi ewle bûn, Rêveberiya Xweser zêdetirî 64 dibistanên bajarê Hesekê ji koçberan re veqetand.

Lê belê bi zêdebûna hejmara koçberan re(300 hezar), da ku hemû koçber bi cih bibin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampek bi navê "Waşokanî" li gundewarên bajarê Hesekê da ku koçberan pêşwaz bike û alîkariyên pêwîst li gor derfetên heyî tevî alîkariyên gelek rêxistinên herêmî pêşkêş bikin, vekir.

Koçberan îşaret bi piştevaniya ji QSD`ê re kir û diyar kir ku QSD`ê ew ji çeteyan rizgar kirine, çeteyên DAIŞ`ê têk birin û herêm ji komkujî û kiryarên dermirovî rizgar kir.

Herba Osê Elî ji koçberên Serêkaniyê ye wiha anî ziman: "Di destpêkê de em ji bajêr derneketin. Lê belê piştî artêşa Tirk sivîlên li hundirê bajarê Serêkaniyê bi tank û balafiran kirin armanc, neçar man ji malên xwe derkevin û em  4 rojan li colê razan.

Herba Elî got, ew derveyî QSD`ê tu hêzên din qebûl nakin û wiha anî ziman: "Em wek şêniyên Serêkaniyê qebûl nakin ku çeteyên artêşa Tirk parastina me  bikin. Artêşa dagirker û çeteyên wê der heqê sivîlan de komkujiyan pêk tînin."

Her wiha Sîham Ehmed ku ji koçberên Serêkaniyê ye axivî û got, ew ji ber topbarana dijwar ji malên xwe derketine. Ji ber vê yekê tekane daxwaza wan ew e ku ew li malên xwe vegerin û ne pêkan e ku derveyî QSD`ê tu hêzên din qebûl bikin.

Di heman demê de koçberê bi navê Mihemed Bekîr ku ji pêkhateya Ereb e axivî û got: "Beriya ku artêşa Tirk Serêkaniyê bike armanc, ew bi aramî dijiyan. Ji ber vê yekê dixwaze ewlehî û aramî li herêmê misoger bibe û li malên xwe vegerin." Mihemed got, ji beriya salan ve ew, Kurd û hemû pêkhateyên herêmê bi hev re wekî bira dijîn. Lê belê çeteyên artêşa Tirk hemû pêkhateyên herêmê dike armanc.

(eh)

ANHA


Mijarên Din