Koçberên Serêkaniyê ji rêxistinan bi gazinc in

Ji ber ku rêxistinên mirovî erka xwe ya ji bo koçberan paşguh dikin, azarên koçberên Serêkaniyê û gundewarê wê roj bi roj zêde dibin.

Ji ber şertûmercên dijwar ên li herêmên Bakurû  Rojhilatê Sûriyê, ferzkirina biryara qedexeya derketina derve ji ber Koronavîrusê û bi buhabûna kelûpelan azarên koçberên Serêkaniyê û gundewarê wê yên di kamp û bistanên navçeya Til Temirê zêde dibin.

Bi hatina havînê û paşguhkirina rêxistinên mirovî re azarên wan dijwartir dibin.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê Serêkaniyê û Til Temirê zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn.

Şêniya bi navê Leyla Kaso (32) ji Serêkaniyê, niha di dibistanek li navçeya Til Temirê de dimîne. Leyla dibêje ku rewşa wan gelek trajedîk e, pêdiviyên jiyanî li cem wan peyda nabin û rêxistinên mirovî alîkariyan ji wan re pêşkêş nakin.

Leyla got: “Ji ber buhabûna kelûpelan em zehmetiyan di peydakirina pêdiviyên zarokên xwe de dikişînin. Tevî wê jî di dibistanê de madeyên paqijiyê tune ne. Bi hatina havînê re kelemêş zêde dibin."

Leyla destnîşan kir ku di dema hemû behsa Koronavîrusê dikin û jê ditirsin de, gemar û kelemêş li cem wan belav dibin û got: "Ji ber gemara di dibistanê de û belavbûna kelemêşan,  em di nav vîrusan de dijîn."

Leyla bang li rêxistinan kir ku bi hatina havînê û bilindbûna pilayên germahiyê re rewşa wan di ber çavan re derbas bikin û alîkariya wan bikin.

JI BER KEYSBAZIYA BAZIRGANAN Û REWŞA ABORÎ YA ALOZ, ALÎKARIYÊN JI WAN RE TÊN DIFIROŞIN

Koçberê bi navê Hemîd Hisên(60) ji şêniyên gundê Erîşe yê girêdayî bajarê Serêkaniyê ye û niha li dibistanek navçeya Til Temrê dimîne. Hisên diyar kir ku dorpêça li ser herêmê ji ber Koronavîrusê hatiye ferzkirin, bandoreke neyînÎ li koçber û penaberan kir, nirxê kelûpelên di nav sûk û dikanan de buha bûn.

Hisên destnîşan kir ku rewşa wan a madî gelek dijwar e, ji ber ku pere bi wan re tune ye nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin. Lewra hin caran neçar dimînin alîkariyên ji wan re têne pêşkêşkirin bifiroşin da ku pêdiviyên xwe mîna nan peyda bikin.

Hisên bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bikin û pêdiviyên jiyanî ji wan re peyda bikin.

Hîna rêxistinên xêrxwazî û mirovî rewşa koçberên kampa Weşûkanî ya ku tê de derdora 12 hezar koçber dimînin paşguh dikin û tenê Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan re alîkariyan pêşkêş dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din