Koçberên Serêkaniyê li ber xeteriya (COVID-19) ne

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, şêniyên Serêkaniyê du kabûs jiyan kirin. Tevî astengî û şertên zehmet ku tê re derbas dibin jî, lê hîna li ber xwe didin. Gelê Serêkaniyê îro di bin xeteriya kabûsekî din de ne. Gelo dê ev kabûs veguhere karesatê?

Dema ku cara yekê di 8`ê Mijdara 2012`an de çeteyên Cebheta Nusra û piştî wan çeteyên DAIŞ`ê di deriye  Tirkiyê re derbasî herêmê bûn, şêniyên Serêkaniyê kabûsa yekê jiyan kirin.

Kabûsa duyem jî di 9`ê Cotmeha 2019`an de bû, dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dijwar birin ser her du herêmên Serêkaniyên û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bi hezaran sivîl bi darê zorê koçî bajarên herêmên Cizîrê û Firatê bûn.

Ji bo pêşwazîkirina koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê, Rêveberiya Xweser 600 donim erd veqetand û li bajarokê Tiwêna (12 km li rojavayê navenda bajarê Hesekê) kampa Waşûkanî vekir. Kamp piştra berfirehtir bû û hejmareke zêdetir a koçberan lê bi cih bû.

Rêveberiya Xweser bi hevkariya Heyva Sor a Kurd hezar û 700 konên din li kampê veda ku da hezar û 862 malbatên koçber bi cih bike. Niha li kampê nêzî 12 hezar koçber bi cih dibe.

GELO TEDBÎRÊN TÊNE GIRTIN TÊRA PARASATINA KOÇBERAN DIKIN?

Piştî belavbûna şewba Koronayê li piraniya dewletên cîhanê û belgekirina bi dehan nexweşan li herêmên Rêveberiya Xweser, rêveberiyê tevî derfetên xwe yên kêm tedbîrên xweparastinê li herêmê zêdetir kir.

Yek ji tedbîrên sereke, qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya heta 14 rojan, ku dibe ji ber zêdebûna hejmara nexweşan bi taybetî li herêma Cizîrê ev dem bên dirêjkirin.

Tevî derfetên kêm jî, rêveberiya Kampa Waşûkanî û Heyva Sor a Kurd ji bo parastina koçberan nexasim li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî û yên têkildar, tedbîrên xweparastinê li kampê zêde kirin.

Korona li deriyan naxe û destûra belavkirinê naxwaze, bi lez ji laşekî derbasî yê din dibe. Rêxisitnên mirovî yên têkildar tu alîkariyên tenduristiyê û xweparastinê heta niha pêşkêşî koçberên kampê nekirin. Lewra heke tedbîrên li kampê hatine girtin têrê nekin, gelo dê keraseteke din li kampê rû bide?

GELO TEDBÎRÊN RÊVEBERIYA KAMPÊ Û HEYVA SOR A KURD BES IN!!

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê rêveberiya Kampa Waşûkanî gelek tedbîrên xweparastinê girt. Rêveberiyê ketin û derketina ji kampê û kombûn qedexe kir û tenê rê da pêşkêşkirina madeyên wekî av û nan. Her wiha cîhazekî kontrolkirina pileya germahiyê bi kar anî da ku tenduristiya kesên xizmetan di hundir kampê de pêşkêş dikin, bê piştrastkirin.

Hevseroka kampa Waşûkanî Estra Reşik di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re bang li hemû rêxistinên têkildar kir ku bi erka xwe rabin û di zûtirîn dem de alîkariyên tenduristiyê, lepik û maskên tenduristiyê pêşkêş bikin.

HEYVA SOR A KURD

Di kampa Waşûkanî de tenê nuqteyeke tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd heye. Ew nuqte hate berfirehkirin û veguherî nexweşxaneyeke biçûk ku tê de hemû beşên tenduristiyê hene û 24 saetan xizmetê pêşkêş dike.

Ji aliyê xwe ve Heyva Sor a Kurd gelek tedbîr girt, ku yek ji wan dema ku nexweş serdana nuqteya tenduristiyê dikin destê xwe baş bi av û madeyên dezenfetekirinê dişo. Piştre pileya germahiyê tê kontrolkirin û berê xwe dide konê bendewariyê û her kes di kon de metroyekî dûrî hev rûdinin da ku di rewşên bi guman de vîrus belav nebe.

Heke pileya germahiya nexweş bilind be yan jî rewşa wî bi guman be, lepik û maskên tenduristiyê didin wî û dixin konê karantînayê da ku rastî testên tenduristiyê yên pêwîst bê.

Heke nexweşên Koronavîrusê hatin piştrastkirin, Heyva Sor a Kurd wan vediguhezîne navenda karantînayê ya bajarê Hesekê.

12 HEZAR KOÇBER DI BIN GEFA MIRINÊ DE NE

Yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurd a kampa Waşûkanî Cîhan Amir bang li rêxistinên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyên tenduristiyê, lepik, maskên tenduristiyê û madeyên dezenfektekirinê bidin koçberên kampê da ku xwe ji vîrusê biparêz in.

Cîhan bi bîr xist ku divê rêxistin xeteriya belavbûna Koronavîrusê li kampan cidî bigirin û got: "Heke kesek ji wan bi vîrusê ket, dê nexweşî bi lez di nava koçberên kampê de belav bibe û jiyana bi hezaran koçberan bikeve xeteriyê. "

(cx)

ANHA


Mijarên Din