Koçberên Tebqa û Reqayê bi vegera li warê xwe kêfxweş in

Jinên ku dê ji kampa Holê derkevin û li warên xwe vegerin, kêfxweşiya xwe anî ziman û got “Em ê vegerin malên xwe da ku em jiyana xwe ya normal dewam bikin.”

Jinên ku der heqê wan de biryara vegera li warên wan hate dayîn û li bendê ne ku dema wan jî were ew jî vegerin malên xwe, ji ajansa me re axivîn.

Koçbera ji bajarê Tebqayê Fatime Umer kêfxweşiya xwe bi vegera li herêma xwe û jiyana xwe ya asayî anî ziman û got: “Em pir kêfxweş in, ji ber ku em ê ji kampê derkevin. Ez hêvî dikim ku her kes ji kampê derkeve da ku jiyana xwe ya asayî bidomînin.”

Koçbereke din bi navê Umeya Ehmed ku ji navçeya Eyn Îsayê ye, hêvî kir ku bi selametî vegere mala xwe û gava ku rûspiyên êlan û Rêveberiya Xweser pê rabûn, wek gaveke pozîtîf bi nav kir û got: “Bi saya wan em ê vegerin malên xwe. Em ê jiyana xwe bê pirsgirêk û koçberî derbas bikin.”

Derxistina koçberan ji kampa Holê û vegerandina wan li warên wan, gaveke nû ye ku Rêveberiya Xweser pê radibe. Rêveberiyê da zanîn ku xebata wan ji bo kesên dixwazin vegerin warên xwe, dewam dike û her wiha penaberên Iraqê jî ku dixwazin vegerin, wan jî vegerînin warên wan.

(kc)

ANHA


Mijarên Din